Umerov: Me û Rûsyayê li ser pevguhertina dîlan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov got, “Me û Rûsyayê li ser pevguhertina dîlan li hev kir.”

Civîna heyetên Rûsya û Ukrayna li Stenbolê hat lidarxistin.

Ev ji Adara 2022yan û vir ve hevdîtina yekem a rasterast a di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov piştî civînê agahî dan medyaya Ukraynayê.

Li gorî nûçeyên ku li medyaya Ukraynayê belav bûne, Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Umerov ragihandiye ku Rûsya û Ukraynayê li ser pevguhertina dîlan li hev kiriye ku ji her du aliyan jî 1000 leşker bên berdan.

"Em dilxweş in"

Rustem Umerov diyar kir “Civîneke sûdmend bû û em dilxweş in” û got:

“Ji bo agirbest û aştiyeke mayînde dê xebat berdewam bikin.”

Li rexê din, şandeya Rûsyayê jî mijara pevguhertina dîlan piştrast kir.

Eger ev yek pêk were, dê ev di navbera her du aliyan de pevguhertina herî mezin a dîlan be.

Umerov diyar kir ku şandeyan têkiliyên di navbera Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenskyy û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putin de jî gotûbêj kirine.

Wî anî zimên ku di hevdîtinên li Stenbolê de agirbest jî hatiye ser maseyê.