Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê FBIyê ragihand ku saziyên ewlehiyê kesekî ku destê wî di 20 "êrişên terorîstî" de hebûye desteser kiriye.
Hat eşkerekirin ku ew kes welatiyekî Îraqî û fermandarê Ketayîb Hizbulahê ye.
Birêvebirê FBIyê Kash Patel li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku Mihemed Seedî ji bo herî kêm 20 êrişên li New York, Arizona û Californiayê plan danîbûn.
Li gorî doznameyê, wî welatiyê Îraqî ji bo tolhildana şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, li Ewropayê li dijî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê herî kêm 18 êriş kirine.
Di nava van êrişan de kêrkirina welatiyekî Cihû yê Amerîkayê jî heye.
Di doznameyê de hat destnîşan kirin ku Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî bi bombeyên şewatê êrişî avahiya bankayekê li Amsterdamê kiriye.
Her wiha wî hewl daye li Parîsê bombeyekê biteqîne û li Londonê jî du kes bi kêrê birîndar kirine.
Seedî roja înê ji bo cara yekem li New Yorkê derket pêşberî dadgeha federal.
Ew bi tohmeta "piştgiriya ji bo komên terorîst" û "plana teqandina cihên giştî" tê darizandin.
Li Tirkiyeyê hat desteserkirin
Hat ragihandin ku Seedî li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin û radestî rayedarên Amerîkayê hatiye kirin.
Andrew Dalackê parêzerê wî yê federal diyar kir ku agahiya wî ji ti rêkarên radestkirinê nîne û got, "Ev dozeke awarte ye."
Dadgehê biryara girtina Seedî da û ew dê 29ê Gulanê careke din derkeve pêşberî dadger.
Dozgerên federal eşkere kir ku Seedî ji bilî êrişên li Ewropa û Kanadayê, bi ajanekî FBIyê yê nihênî re jî axiviye.
Wî 3 hezar dolar dabû wî ajanî ku planên êrişên li California, Arizona û perestgeheke Cihûyan a li Manhattanê amade bike.
Pêwendiya bi Supaya Pasdaran a Îranê re
Dozgeran ragihand ku pêwendiya Seedî bi Supaya Pasdaran a Îranê û Ketayîb Hizbulaha Îraqê re heye.
Di doznameyê de hat diyarkirin ku ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, Seedî hinek kes teşwîq kirine ku êrişî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê bikin.
Her wiha hat eşkerekirin ku Seedî û hevalbendên wî di bin navê "Tevgera Eshab Yemîn a Îslamî" de ku şaxeke Ketayîb Hizbulahê ye, berpirsyariya 18 êrişên li Ewropayê û 2 êrişên li Kanadayê girtibû ser xwe.
Birêvebira Polîsê New Yorkê Jessica Tischê jî li ser vê dozê ragihand ku ev doz eşkere nîşan dide ku rejîma Îranê û birêvebirên wekî Ketayîb Hizbulahê xetereyeke cîhanî ne.
Tischê diyar kir ku van koman ji destpêka şer ve bi berdewamî Cihûyên li Ewropa û Amerîkayê kirine armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse