Rûsyayê deriyê xwe ji uranyuma Îranê re vekir: Gelo Tehran dê qebûl bike?

Moskow (Rûdaw) - Daxuyaniya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li ser wê yekê ku Moskow amade ye uranyuma dewlemendkirî ya Îranê veguhêze Rûsyayê, ji aliyê siyasetmedar û pisporan ve wekî kilîla krîza Îranê tê nirxandin.

Lewre Putin gotibû, "Eger hemû alî li ser pêşniyara me razî bibin, Îran dikare bi tevahî piştrast be. Wan ev materyal veguhastiye welatekî dostane.

Ew welat di warê bikaranîna enerjiya nukleerî ya aştiyane de bi Îranê re hevkariyê dike û dê ev hevkarî bidome."

"Pêşniyarek ji bo dostekî ye"

Parlamenterê Dûmayê yê Partiya Rûsyaya Yekgirtî Yevgeniy Fyodorov jî li ser mijarê got, “Pêşniyara Putin, pêşniyareke ji bo dostekî ye.

Wate, Putin dibêje eger hûn guncav dibînin ku em tiştekî bi materyala we ya nukleerî bikin em amade ne. Ev ne guvaşeke li ser Îranê ye.

Ev pêşniyar e, eger birêvebiriya Îranê pêwîst bibîne dikare sûdê jê werbigire. Armancên veguhastinê jî dikarin cuda bin.

Dibe ku ji bo parastinê be, dibe ku ji bo xebatên di çarçoveya Peymana Navneteweyî ya Belavnekirinê de be.

Êdî ev biryara Îranê ye, ew dê bi xwe bibêjin ka dê ev materyal çi lê bê kirin.”

Nayê wê wateyê ku dê bibe malê Rûsyayê

Rûsyayê berê jî sala 2015an di çarçoveya peymana Plana Çalakiyê ya Hevbeş a Berfireh (JCPOA) de zêdetirî 8,5 ton uranyuma dewlemendkirî ji Îranê derxistibû.

Lê pisporên Rûs amaje pê dikin ku derxistina uranyumê ya ji Îranê nayê wê wateyê ku dê ew materyal bibe malê Rûsyayê.

Serokê Encumena Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê (RIAC) Îvan Tîmofeyev got:

“Bi ya min, eger Rûsya ji bo veguhastin an jî parastina uranyuma Îranê bibe alîkar, ev nayê wê wateyê ku Îran di paşerojê de êdî nikare vegere bikaranîna atoma aştiyane.

Ev uranyum malê Îranê ye. Ji bo dewlemandikirina wê keda wan û pereyên wan çûne. Loma jî asayî ye ku dê paşê li Îranê bê vegerandin.”

Helwesta Amerîka û Îranê

Ji bo bidawîkirina şer, destjêberdana ji dewlemendkirina uranyumê yek ji daxwazên sereke yên Amerîkayê ye ku ji Îranê dixwaze.

Li gorî Putin, di destpêkê de her sê alî, ango Amerîka, Îran û Îsraîl bi pêşniyara Rûsyayê razî bûn.

Lê paşê Washingtonê helwesta xwe hişk kir û daxwaz kir ku uranyum tenê ji bo axa Amerîkayê were veguhastin.

Piştre Îranê jî helwesta xwe hişk kir. Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Îranê veguhastina uranyumê ya ji bo welatên din red kir.

Niha, piştî daxuyaniya Putin, her kes li bendê ye ka dê Tehran vê carê pêşniyara Moskowê qebûl bike an na.