Rûsya (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûna Bîstemîn Korbenda Aboriya Navdewletî çû Rûsyayê ye.
Bîstemîn Korbenda Aborî li bajarê Saint Petersburgê ya Rûsyayê îro destpêkir.
Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî korbendê dibin.
Peyamnerê Rûdawê li Saint Petersburgê ragihand ku li gor bernameyê Nêçîrvan Barzanî dê ligel berpirsên şîrketa Gazprom bicive û piştre bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.
Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Samî Ergorşî ji Rûdawê re diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Rûsya ye çûye wî welatî.
Furoma Sant Pitrsburg a îsal di bin navê rewangeke nû bo aboriyke nû birêve diçe û bi sedan serkirdeyên welatan û xwedî şîrketên mezin û pisporên aborî tê de beşdar dibin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse