Li Fransayê 2 Kurdan di bûyereke trajîk de canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Du welatiyên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê di bûyereke trajîk de canê xwe ji dest da.
Çend roj berê li Daristana Dunkirkê ya li bakurê Fransayê ku bi qasî 235 kîlometreyan li bakurê Parîsê ye, bûyerek trajîk qewimî.
Du ciwanên Kurd ên ji navçeya Kelar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku navê kesên jiyana xwe ji dest dane Karzan Ebdulah û Mihemed Necîm in. Di bûyerê de Kurdekî din jî birîndar bû.
Hat zanîn ku bûyer wiha qewimiye; ciwanê bi navê Karzan bi şaşitî ji aliyê hevalê xwe Mihemed ve hatiye kuştin û pişt re jî hevalê wî întihar kiriye.
Çalakvan Renc Pêşderî, ku bi xebatên xwe yên li ser koçberên Kurd ên li Ewropayê tê naskirin, ji Rûdawê re li ser hûrgiliyên bûyerê wiha axivî:
“Karzan bi kesekî xelkê Çemçemalê re (navçeyeke Hewlêrê) ketiye nava niqaşê.
Mihemed Necîm xwestiye ku Karzan aram bike û çekê ji destê wî bistîne. Di wê demê de çek bi şaşitî teqiya ye û li Karzan ketiye.
Dema ku Mihemed pê hesiya ye ku Karzan bi şaşitî hatiye kuştin, wî jî bi heman çekê întihar kiriye.”
Kesekî ji malbata Karzan Ebdulah ku yek ji ciwanên jiyana xwe ji dest daye, ji Rûdawê re ragihand ku Karzan zêdetirî 10 salan bû li Almanyayê dijiya û ji bo kar car caran diçû Fransayê.
Her wiha hat zanîn ku Karzan Ebdulah li navçeya Kelarê ji dayik bûye û berê di Lîga Kurdistanê de di Tîma Werzîşê ya Şêrawanê de futbol lîstiye.
Hat gotin ku ciwanê din ê jiyana xwe ji dest daye, Mihemed Necîm, hevalê nêzîk ê Karzan bûye û di heman malê de pê re jiyaye.
Daristana Dunkirkê ku bûyer lê qewimî, di navbera Fransa û Brîtanyayê de ye.
Piraniya koçberên ku li vê qada daristanî dimînin, ji bo debara xwe xwarin an jî pêdiviyên bingehîn bi miqdarên kêm difiroşin, lê gelek kes jî tevlî qaçaxçitiya mirovan dibin û hewl didin ku koçberan bi beleman derbasî Brîtanyayê bikin.
Berê jî li Daristana Dunkirkê bûyerên bi vî rengî qewimîbûn.
Di teqîneke ku di 14ê Kanûna Pêşîn a 2023yan de rû da bû, pênc kes hatibûn kuştin ku du ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûn.