Donald Trump ji G7ê vedigere
Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn îşev ji Lûtkeya G7ê ya li Kanadayê vediqete.
Şerê Îran û Îsraîlê bi hemû gurbûna xwe didome û her du alî gefan li hev dixwin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îşev got, “Me heta niha dest bi şer nekiriye û em naxwazin xeleka şer berfireh bibe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got ku “Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve.”
Lê li aliyê din, dîsa îşev Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje bi kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî da û got, “Çi pêwîst be em dê bikin.”
Piştî van peyaman û êrişên berdewam ên her du aliyan Koşka Spî ragihand Trump îşev ji Lûtkeya G7ê vediqete û ji Kanadayê ber bi Washingtonê ve diçe.
#BILEZ - Donald #Trump ji G7ê vedigere
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 16, 2025
🔴 Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn îşev ji Lûtkeya G7ê ya li Kanadayê vediqete #Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #Haifa #تل_أبيب pic.twitter.com/9Rd2Jcz3dr