Hesabên Twîtterê yê gelek navdaran hatin hackkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji siyasetmedan bigire heta karsazên cîhanî hesabên Twîtterê yê gelek navdaran ji aliyên hackerên komputerê ve hatin bidestxistin.
Hesabê Twîtterê yê Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama, namzedê Demokratan ê bo serokatiya Amerîkayê Joe Biden, Rêvebirê Payebilind ê Amazonê Jeff Bezos, avakerê Microsoftê Bill Gates, Rêvebirê Payebilind ê Teslayê Elon Musk, karsazê milyarder Michael Bloomberg stranbêj Kanye West û gelek kesên din hatin hackkirin.
Ji bilî kesên navdar hesabên medyaya civakî yên şirketên mezin wek Apple û Uberê jî hatin bidestxistin.
Li ser van hesabên hatin bidestxistin navnîşaneke Bitcoinê hat dayîn û hat gotin pere bişînin vî hesabî. Hat gotin heke hûn pere bişînin ji bo her 1000 dolarê bê şandin ew dê 2 hezar dolar pere paşve bidin.
Piştî vê bûyerê li ser hesabê piştgiriyê ya Twîtterê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Haya me ji vê bûyera ewlehiyê ya ku bandor li ser hesabên Twîtterê kiriye heye. Em lê dipirsin û ji bo sererast bikin gavan diavêjin. Em dê di nav demeke kert de agahiyê bidin her kesî."
Ew peyamên ku li ser van hesaban hatin parvekirin piştî demeke kurt jê hatin paqijkirin.