Amerîka: Destberdana Herîrî ji pêkanîna hikûmetê pêşhateke reşbîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê derve yê Amerîka ragihand, ldestberdana Seid Herîrî ji pêkanîna hikûmeta nû ya Lubnanê pêşhateke reşbîn e ji bo xelkê Lubnanê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê 15ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, ya girîng ew e hikûmeteke pabend ku bikaribe çaksaziyan encam bide, bê pêkanîn.

Blinken got, divê hikûmet amadekariyên hilbijartinên parlemantoyê yê sala 2022 bike, ku divê di dema xwe de bi awayekî zelal û azadane bêne kirin.

Blinken da xuyakirin ku çîna siyasî ya Lubnanê 9 mehên bihorî hedir kirin û aboriya wî welatî têk çûye, hikûmetê jî nikarîbû xizmetguzariyên sereke pêşkêş bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji serkirdeyên Beyrûtê jî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û hikûmetekê pêk bînin da ku xizmeta xelkê Lubnanê bike.

Seid Herîrî roja pênceşmê ragihand, ji ber nakokiyên bi Serokkomarê Lubanê Mîşêl Awn re, ew nikare hikûmetê pêk bîne û lêborîna xwe xwest.