Zelenskyy: Ez dê bi Trump re bicivim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê ragihand ku ew dê roja duşemê biçe Washingtonê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser “bidawîanîna şer û kuştinê” gotûbêjan bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser tora civakî ya Xê amaje pê kir ku ew bi rêya telefonê bi Trump re axiviye.

Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku Trump “xalên sereke” yên gotûbêja li gel Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê jê re ragihandiye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyyê anî ziman:

“Roja duşemê, li Washingtonê ji bo gotûbêja hûrgiliyên têkildarî bidawîanîna şer û kuştinê ez dê bi Serok Trump re bicivim.”

Çûyîna Serokê Ukraynayê ya Washingtonê li ser vexwendina Trump e û Zelenskyy got, “Ez ji bo vê vexwendinê spasdar im.”

Civîna li Washingtonê dê 3 rojan piştî bidawîhatina civîna Trump û Putin a li Alaskayê be ku ti ragihandinên agirbestê yan pêşhateke bilez a ji bo bidawîanîna şer jê derneket.

Zelenskyy xwest ku hevpeymanên welatê wî yên Ewropayê di “hemû qonaxên” gotûbêjan de beşdar bibin û ew ji bo civîneke sêalî ya li gel Trump û Putin amade ye.

Zelenskyy her wiha got, “Ukrayna tekez dike ku mijarên sereke dikarin di asta serkirdeyan de werin gotûbêjkirin û formeke sêalî ji bo vê yekê guncav e.”