Fîdan û Lavrov li ser civîna Putin û Trump axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tekezî li ser girîngiya beşdarbûna Ukraynayê ya di pêvajoya aştiyê de kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê mijara sereke ya axaftinê, hewldanên ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê û nirxandina civîna navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Alaskayê bû.
Hakan Fîdan di pêwendiyê de diyar kir ku ew hêvî dikin pêvajoya ku li Alaskayê dest pê kiriye, bi beşdariya Ukraynayê dê bigihîje aştiyeke mayînde.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku Tirkiye amade ye di vî warî de alîkariyê bide pêvajoyê.