7 Kurd di hilbijartinên Norweçê de namzed in

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Norweçê ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdana pêşwext 11ê mehê dest pê kir û 7 Kurdên ku li wî welatî dijîn jî namzed in û hewl didin kursiyên parlamentoyê misoger bikin.

Li Norweçê hilbijartinên parlamentoyê tên kirin û 18 partî ji bo 169 kursiyan dikevin pêşbirkê ku di nav namzedan de 7 Kurd jî ji bo bidestxistina kursiyên parlamentoyê di pêşbirkê de ne.

Niha li parlamentoya wî welatî parlamenterekî Kurd Manî Husênî heye.

Siyasetmedarê Kurd û bavê parlamenter Manî Husênî  Ebdulbaqî Husênî, rexne li beşek ji Kurdên li wî welatî girt û got ku ew bi qasî siyaseta welatê xwe yê zikmakî girîngiyê nadin qada siyasî ya Norweçê.

Ebdulbaqî Husênî zengila hişyariyê lê dixe û radigihîne ku tevî vekirîbûna sîstema siyasî ya Norweçê, lê Kurd çi qasî bi siyaseta welatê xwe yê zikmakî ve mijûl in nîvê wê girîngiyê nadin qada siyasî ya ku dikare paşeroja wan misoger bike.
Ebdulbaqî Husênî ku siyasetmedarekî kevnar û şareza ye di civaka Norweçî de bû mêvanê bernameya Diyasporayê.

Wî rexne li beşek ji Kurdên wî welatî girt û got:

"Hejmara Kurdên ku ji hemû parçeyên Kurdistanê hatine û di nav civaka Norweçî de çalak in, pir kêm e.

Piraniya wan zêdetir bi siyaseta Kurd û Kurdistanê ve mijûl in, ne bi siyaseta welatê ku bûye niştimanê wan ê duyem.

Vê yekê jî kiriye ku bandora wan li ser biryarên siyasî yên herêmî kêm bibe."

"Li vir derî ji her kesî re vekiriye”

Husênî tekez kir ku sîstema siyasî ya Norweçê ti astengiyekê li pêşiya koçber û kemîneyan danayne, belkî derî li ber her kesî vekiriye û got:

"Li vir derî ji her kesî re vekiriye, cudahî nîne tu Kurd î yan xelkê welatekî din î.

Her mirovekî çalak û jêhatî be, dikare bikeve nav siyasetê û bigihîje postên herî bilind."

Ji bo îsbatkirina gotinên xwe, bavê Manî Husênî çîroka serkeftina kurê xwe wekî mînakeke zindî anî ziman û rave kir:

"Manî ji rêxistina ciwanan dest pê kir, paşê bû endamekî çalak ê Partiya Karkeran.

Çend caran bû parlamenterê yedek û dawiyê wekî parlamenterekî sereke çû parlamentoyê.

Ev belge ye ku rê ji bo her kesê ku ji bo wê bixebite vekiriye."

“Şansê serketina du kesan xurt e”

Husênî derbarê çarenûsa heft berbijêrên Kurd ên vê carê, pêşbîniyeke heta radeyekê bêhêvîker pêşkêş kir û ragihand ku tenê şansê serketina du kesan ji wan xurt e ku yek ji wan kurê wî Manî Husênî ye û yê din jî xanimeke xelkê Bakurê Kurdistanê ye.

“Pirsgirêk ew e ku piraniya Kurdan berê xwe didin partiyên biçûk”

Wî sedema neserkeftina yên din jî bi şaşiyeke stratejîk ve girêda û got:

"Pirsgirêk ew e ku piraniya Kurdan berê xwe didin partiyên biçûk ên ku bingeheke wan a cemawerî nîne û şansê wan ê gihîştina parlamentoyê sifir e.

Ji bo ku tu serketî bî, divê bikevî nav partiyên mezin û bibandor, weke Partiya Karkeran (ku Manî endamê wê ye) û partiyên din ên sereke. Wê demê dê derfeta te ya serketinê hebe."

"Eger Kurd li vir bibin yek, dikarin hevkêşeyan biguherînin”

Ebdulbaqî Husênî di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser hêza veşartî ya dengderên Kurd li Norweçê û got:

"Eger Kurd li vir bibin yek, dikarin hevkêşeyan biguherînin.

Hejmara Kurdan li Norweçê, bi taybetî li Osloya paytext û derdora wê ne kêm e.

Eger hemû yekgirtî û bi awayekî stratejîk dengê xwe bidin berbijêrên Kurd ên hêja, bêguman dikarin çendîn kursiyên parlamentoyê misoger bikin. Lê mixabin, ev yekrêzî nîne û deng belawela dibin."

Banga Husênî di bernameya Diyasporayê de, wekî zengilekê ye ji bo Kurdên Norweçê da ku li şûna ku çavê xwe li rabirdû û dûriya niştiman bigerînin, berê xwe bidin paşeroja xwe ya siyasî li wî welatî û bibin hêzeke bibandor û xwedî biryar.