Li Almanyayê amadehî ji bo konferansa ciwanên Rojavayê Kurdistanê tê kirin
Dusseldorf (Rûdaw) - Ji dilê Ewropayê, ciwanekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê xema parastina nasnameya nifşê nû yê Kurdan hildaye ser milên xwe û bi rêya destpêşxeriyekê hewl dide wê valahiya çandî ya ku koçberiyê di navbera ciwanan û kok û rehên wan de çêkiriye, tije bike.
Ehmed Hesen ku çîroka koçberiya wî sala 2015an ji gundê Bilêcê yê girêdayî Qamişloya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û li Almanyayê bi cih bû, mînaka wan ciwanên Kurd e ku tevî mijûlbûna bi jiyana rojane û kar re, ji xema paşeroja neteweya xwe qut nebûne.
Ew ku niha zewicî ye û xwedî zarokek e, weke ku ew bi xwe dibêje, "weke her ciwanekî din ê Rojava" piştî fêrbûna zimên, dest bi kar kiriye û niha li cihê karê xwe berpirsê beşekê ye.
Lê armanca wî ya mezin li derveyî çarçoveya karê wî ye.
Ev xewn sala 2020an bû rastî û navê "Vejîn"ê lê kir.
Vejîn ne tenê destpêşxeriyek e, belkî projeyek e ji bo vejandina hesta neteweyî û parastina ziman û çanda Kurdî di nav wan ciwanên ku li diyasporayê ji dayik bûne yan mezin bûne.
“Em alîkariya wan dikin da ku reseniya xwe biparêzin”
Ehmed Hesen ku berpirsê giştî yê destpêşxeriyê ye, armanca sereke ya Vejînê ji Diyasporayê re wiha rave dike:
"Armanca sereke ya Vejînê ew e ku em pêşî lê bigirin û nehêlin ku ciwanên Kurd li diyasporayê ji ziman, dîrok û çanda xwe dûr bikevin.
Em alîkariya wan dikin da ku reseniya xwe biparêzin û di heman demê de em wan han didin ku bibin yek û bi hev re bixebitin, da ku bikarin hem ji bo xwe û hem jî ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin."
"Ciwanên Kurd xwedî hêzeke mezin in”
Bi baweriya Ehmed, enerjî û şiyaneke mezin di nav ciwanên Kurd ên diyasporayê de heye lê gelek caran ev enerjî belav e û arasteyeke wê ya rast nîne.
Ew dibêje. "Ciwanên Kurd nemaze xwedî hêzeke mezin in, lê pêwîst e ev hêz bi awayekî rast bê bikaranîn.
Vejîn hewl dide hem xwe û hem jî ciwanên derdora xwe birêxistin bike û wê wêrekiya rastîn bide wan ku her kes bikare bi hêz ji bo xwe û ji bo Kurdistanê bixebite."
Ehmed Hesen ku mêvanê Diyasporayê bû, bi hûrgilî ronî xiste ser kar û çalakiyên destpêşxeriya Vejînê û wan astengiyên ku li derveyî welat rûbirûyî ciwanên Kurd dibin û çawaniya rûbirûbûna wan.
Wî ragihand ku ew ji bo lidarxistina konferansekê ji bo 130 ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên ku li diyasporayê dijîn, dixebitin bi armanca yekkirina wan û danîna nexşerêyeke ji bo paşeroja wan.
Navborî rave kir ku mekanîzmaya hilbijartina wan hûr û pirralî ye û got:
"Temenê beşdaran dê di navbera 18 û 42 saliyê de be û rêjeya beşdariya jin û mêran dê ji sedî 50 bi ji sedî 50 be.
Her wiha, ne tenê kesên akademîk û xwenda dê beşdar bibin, belkî nûnerên hemû çînan ji bijîşk, endezyar, karker û tewra kesên nexwenda jî dê bên vexwendin, ji ber ku baweriya me ew e ku her takekesekî Kurd di civakê de xwedî rol e."
Ehmed Hesen sê armancên sereke yên konferansê destnîşan kirin:
1. Damezrandina "Yekîtiya Kurdên Rojava": Ji bo yekkirina deng û helwesta Kurdên Rojavayê Kurdistanê li diyasporayê.
2. Piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD): Weke yekane hêza rewa û parêzvana Kurd û pêkhateyên din ên herêmê.
3. Parastina mafên Kurdan: Xebitîna ji bo ku di paşeroja Sûriyê de mafên gelê Kurd ji dest neçin û biryar di destê Kurdan bi xwe de be.
“Nijadperestî zêde bûye”
Di beşeke din a axaftina xwe de, xwediyê destpêşxeriya Vejînê bal kişand ser zêdebûna diyardeya nijadperestiyê ya li dijî Kurdan li Almanyayê û qal kir ku alîgirên hikûmeta Sûriyeyê çalak bûne û pirsgirêkan ji Kurdan re çêdikin û dibêje:
"Mixabin em dibînin ku nijadperestî zêde bûye, xasma ji aliyê wan Erebên Sûrî yên ku alîgirên rejîmê ne û piştî sala 2019an hatine Almanyayê. Ew birêxistinkirî ne û li her derê dijberiya her tiştê Kurd û Kurdistanî dikin."
"Almanya welatekî demokratîk e û yasa tê de heye”
Hesen bangî Kurdên diyasporayê kir ku rûbirûbûna wan bi rêya yasayê be û got:
"Almanya welatekî demokratîk e û yasa tê de heye.
Pêwîst e her bûyereke nijadperestî ji polîsan re bê ragihandin û em bi rêya yasayê mafê xwe bistînin, ne bi şerê dest û pê yê ku li Rojhilata Navîn belav e."