Li Almanyayê di nava 7 mehan de 434 koçberên Îraqî hatine dersînorkirin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê gelek caran nûçeya dersînorkirina komek hevwelatiyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê belav dibe lê kes ne xwedî daneyên fermî ye ka îsal ango di heft mehên borî de çend kes hatine dersînorkirin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Almanyayê Zinar Şîno, derbarê vê yekê pirs ji Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê kir.
Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku di dirêjahiya 7 mehên borî de 434 kesên ku welatînameya wan a Îraqî hebû ango tevî xelkê Başûrê Kurdistanê hatine dersînorkirin.
Ji wê hejmarê, 328 kes rasterast bi balafirê şandine Îraqê.
Ji bilî vê, her di heft mehên borî de, 380 hevwelatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê bi daxwaza xwe vegeriyane û ji Almanyayê bar kiriye.
Ev hejmar nêzîkî hejmara wan kesan e ku sala 2024an bi daxwaza xwe ji Almanyayê bar kiribûn û 496 kes bûn.
Yek ji dosyeyên herî navdar ên dersînorkirina îsal, dosyeya dersînorkirina malbata Qasim bû ku malbateke Êzidî ye û çar zarokên wan hene.
Piştî ku ew li balafirê hatin siwarkirin û gihandin Bexdayê, lap wê demê dadgeheke Berlînê biryar da ku serlêdana penaberiya wan bi awayekî neyasayî hatiye redkirin.
Paşê dadgehê diyar kir ku ev biryar nayê wateya vegerandina malbatê ji Kurdistanê bo Almanyayê.
Tevî vê yekê, hewldanên yasayî û komkirina îmzeyan ji bo vegerandina malbatê bo Almanyayê hin jî didomîn.