Berpirseke berê ya Amerîkayê Lûtkeya Alaskayê rexne kir: Trump li dû Xelata Nobelê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Asha Castleberryê îdia kir ku armanca sereke ya lûtkeya di navbera Trump û Putin de ne aştî li Ukraynayê lê belê xwasta Trump a ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobelê ye.

Piştî civîna krîtîk a roja înê ya li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, Trump diyar kiribû ku lûtke "10 ji 10an" derbas bûye û gotibû ku ji bo peymana aştiyê êdî dora Zelenskyy e.

Vladimir Putin jî îdia kiribû ku eger Trump serok bûya, şerê Ukraynayê qet dest pê nedikir.

Asha Castleberry a ku şêwirmenda berê ya Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û rexneyên tund li lûtkeyê girtin.

“Lûtkeyê ti serkeftinên berbiçav bi dest nexist”

Castleberry got, "Ez ji vê civînê re ji 10an tenê 2 pûanan didim.

Ez bi dîplomasiyê bawer im lê ji ber ku lûtkeyê ti serkeftinên berbiçav bi dest nexist, pûanên min ew qasî kêm in."

Castleberry bi bîr anî ku Trump û Putin li ser ti peymanekê li hev nekirine û got:

"Di rastiyê de, Putin ji Trump re got ku ew dixwaze axê biguherîne, axê bistîne. Trump jî vê dizane û dema ev peyam digihîje Zelenskiy, zêde vebijêrk di destê wî de namînin. Ev yek di civînê de gelekî zelal bû û lûtke di asteke gelekî li jêrî bendewariyan de bi dawî bû."

Li ser van geşedanan, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, roja şemiyê, 16ê Tebaxê, di daxuyaniyekê de ragihand ku wî bi Trump re bi rêya telefonê axiviye.

Zelenskyy diyar kir ku Trump xalên sereke yên hevdîtina xwe ya bi Putin re ji wî re gotiye û anî ziman:

"Ez dê roja duşemê li Washington D.C.yê bi Serok Trump re bicivim da ku em li ser hûrgiliyên bidawîkirina şer biaxivin."

“Li pey Nobelê ye”

Castleberry, motîvasyona Trump a di lûtkeyê de bi du sedeman ve girê da û got:

"Armanca Trump ew e ku bi Rûsyayê re diyalogeke vekirî deyne û ji ber ku li pey Nobelê ye, peymaneke aştiyê çêbike.

Her wiha, ew dixwaze piştî dagirkirina Ukraynayê jî bi Putin re di warên wekî teknolojî û hewldanên fezayê de hilberîn û bazirganiyê bike.

Piraniya şîrovekaran di wê baweriyê de ne ku ev hevdîtin ji Ukraynayê zêdetir li ser bazirganiyê bû."

Castleberry li ser helwesta Ukraynayê jî axivî û got ku ew bawer e Zelenskyy dê ti peymanên ku tawîza axê tê de hebe qebûl neke.

“Zelenskyy vê yekê qebûl nake”

Castleberry got, "Ez bawer nakim ku Zelenskyy vê yekê qebûl bike.

Ji ber ku Putin dixwaze li rojhilatê Ukraynayê zêdetir axê dagir bike û Serok Zelenskiy li ser mijara 'ez santîmetreyek axê jî nadim' gelekî zelal e. Ewropa jî piştgiriya Zelenskyy dike.”

Castleberry her wiha anî ziman ku ji bo Ukrayna karibe şer bidomîne, şert e ku bi taybetî ji Ewropayê alîkariya leşkerî ya berdewam wergire.