Ji bo malnişînan welatê herî baş kîjan e?

Hewlêr (Rûdaw) - Dibe ku ji bo kesên li diyasporayê dijîn, nexasim ên li Ewropa û Amerîkayê zanîna vê yekê balkêş be, kîjan welatên cîhanê ji bo malnişînbûnê cihên herî baş in?

Saziya Brîtanî "Wise Financial"ê berawirdiyek kiriye û li gorî wê berawirdiyê, welatê herî baş ê cîhanê ji bo malnişînbûnê Danîmarka ye.

Piştî Danîmarkayê, Holenda di rêza duyem a cîhanê de ye, paşê Fînlanda, Japonya û Spanya li pey hev di rêzên sêyem, çarem û pêncem de ne.

Awisturya li pêşiya Almanyayê ye û di rêza heftem de ye, Almanya nehem e û Swêd û Brîtanya jî di rêzên hejdehem û nozdehem de ne.

Pîvanên vê rêzbendiyê di serî de li ser bingeha xizmetguzariyên tenduristî, kalîteya jiyanê û rêjeya bextewariyê di nav kesên malnişîn de hatine danîn.

Danîmarka û Holenda bi wê yekê tên nasîn ku di van waran de, bi taybetî di warê xizmetguzariyên tenduristiyê de, xwedî sîstemên herî baş ên cîhanê ne.

Saziyê her wiha lêkolîn kiriye ka li kîjan welatan kesên malnişîn ên herî bextewar dijîn.

Di wê rêzbendiyê de, Fînlandî di rêza yekem a cîhanê de ne, li pey wan Danîmarka, paşê Îslanda, Swîsre û Holenda tên.