Yekemcar mafê dengdanê bikartînin

Hewlêr(Rûdaw) - Bariş Şahîn (19) li Almanyayê hatiyê dinyayê û hemwelatiyê vî welatî ye. Ewê îsal yekem car di hilbijartinên giştî yên 22yê Îlonê yê Almanyayê de mafê xwe yê dengdayinê bikarbîne. Dêbavên Bariş ji bajarên Erzîngan û Qoçgirî yên Bakurê Kurdistanê ne û ev bîst sal in ku ew li Almanyayê dijîn.

 

Bariş Şahîn li bajarê Duisburgê diçe pola 13. û niha di nava tîma futbolê ya bi navdar Rot-Weiss Essen de gokê dilîze. Bariş dibêje ji bo ku mirov dengê xwe bide partiyekê, pêwist e mirov hem li pratîka wan ya li parlementoyê û hem jî li bernameya wan a hilbijartinê binêre: “Eger serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di çar salên derbasbûyî de meseleya heqdestiya herî kêm çareser nekiriye û niha behsa vê yekê dike, ez nikarim vê gotina wê ciddî bigirim.“

Siyasetê zû bala Bariş kişandiye û ew niha di nava baskê ciwanan ya partiyeke alman de jî çalak e: “Divê mirov tenê her çar salan carekê, ji ber ku partiya ku mirov nêzîkî xwe dibîne bisernakeve, xwe aciz neke. Pêwist e herkes, herdem bi meseleyê re aleqedar be. Babetên mîna maf û aştiyê ji min re gellekî girîng in. Parlementerên Partiya Çep (Die Linke) derbarê pirsa Kurdistanê de zêde piştgiriya Kurdan dikin. Ji ber vê sedemê ji beriya çend mehan min biryar da ku li Duisburgê di nava baskê ciwanan (Linksjugend-solid) ya Die Linke de cih bigirim.“

 

Li gor Bariş, babeta qedexekirina firotina çekan û serbestberdana girtiyên siyasî li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên di 22yê Îlonê de gellekî girîng in. Ew herwiha tîne zimên ku demokrasî û pirrengiya civakê li Almanyayê dikare bi dana mafê dengdayina ya hemû kesên li Almanyayê dijîn ber bi pêş ve here.

 

Derbarê kesên ku hêj bêbiryar in ka kîjan partiyê jî hilbijêrin, ew vê pêşniyarê dike. “Bila bernameya ´Wahl-omat´ biceribînin. Li ser înternetê bi rêya lêgerîna Googlê ev malper dikare were peydakirin. Dema dengdêr pirsên li ser vê malperê bi awayekî rêk û pêk bibersivînin, ewê di encamê de bibînin ka kîjan partî bêhtir nêzîkî fikra wan e.“

 

 

Dilara Ergul dixwaze tevlî siyasetê bibe

 

Dêbavên Dilara Ergul jî ji Çewliga Bakurê Kurdistanê ne. Ew di temenekî ciwan de bi armanca kar di ser Stembolê re hatin Almanyayê. Dîlara jî îsal bû 18 salî û yekem car dikare mafê xwe yê dengdanê bikarbîne. Niha gellek mirov bêbiryar in, ka wê kîjan partiyê hilbijêrin û gellek ji wan wê di roja dawî de biryara xwe bidin. Gellek jê jî ji ber bêhêvîtî û bêbiryariyê tevlî dengdanê nabin. Lê Dîlara Ergul yek wan kesan e ku dixwaze herkes vî mafî bikarbîne. 

 

Dîlara wê îsal li bajarê Mettmann yê nêzîkî Dusseldorfê dest bi xwendina xwe ya lîseyê bike. Ev demeke dirêj e ku ew çavdêriya partiyên siyasî yên alman dike û derbarê armancên wan de agahdariyan kom dike. Ew niha di navbere Partiya Çep (Die Linke) û Partiya Keskan (die Grünen) de diçe û tê. Lê belê naxwaze eşkere bike ewê kîjan ji wan herdu partiyan hilbijêre: “Hilbijartina veşartî jî mafekî bi tekoşînê hatiye bidestxistin û bi vê yekê pêşiya bêmafiyên li dijî dengdêran tê girtin.“

 

Dîlara herwiha bi bîr dixe ku ew ji bo dengdayinê lê nanêre ka di bernameyên partiyan de derbarê Almanyayê de çi heye, lê ew temaşe dike ka bernameyên wan behsa siyaseta navnetewî bi çi awayî dikin û pêşniyarên wan çi ne: “Siyaseta wan ya penaberan û dîtinên wan ên li ser meseleya Kurdistanê xalên girîng in, ên ku ciwanên kurd divê dema biçin dengdayinê hay jê hebin.“

 

Ne tenê dengdayin, herwiha çalakbûna di nava partiyên siyasî de jî ji bo wê girîng e: “Min biryar da ku piştî vê hilbijartinê di nava siyasetê de çalak bibim. Ezê li rewş û siyaseta partiyan binêrim û piştî hilbijartinan jî biryarê bidim ka di nav kîjan partiyê de cih bigirim.“

 

Dîlara wiha berdewam dike: "Li gor statîstîkan, van salên dawî gellek kes mafê xwe yê dengdayînê bikarnayînin. Ez bawer dikim partiyên siyasî bi xwe jî dibin sedem ku gellek mirov mafê xwe yê dengdayinê bikarneyînin û siyaset bala ciwanan nekişîne. Lê kesê beşdarî pêvajoya demokrasiyê nebe, mafê wî nîne ku piştre gazindan jî bike. Ji ber vê çendê pêwist e herkesê hemwelatiyê alman be mafê xwe yê dengdayinê bikarbîne.“