Li Kolombiyayê di gorên veşartî de 22 term hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Narinoyê ya Kolombiyayê, di encama kolanan de gorên veşartî hatin dîtin ku termên 22 kesan tê de bûn.
Li gorî çapemeniya herêmî, di çarçoveya diyaloga ku di navbera hikûmet û komên çekdar de berdewam dike de li çoltera şaredariyên Samaniego, Santacruz de Guachaves û Cumbalê yên ser bi Narinoyê ve xebatên lêgerînê hatine kirin.
Ofîsa Komîseriya Bilind a Aştiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji bo naskirina nasnameya 22 termên ku ji gorên komî hatine derxistin, dest bi vê pêvajoyê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev xebat beşek in ji hewldanên ji bo kêmkirina tundiyê, veguherîna herêmê û dîtina kesên wenda.
Komîseriya Bilind a Aştiyê ya girêdayî hikûmetê, ji bo dîtina kesên winda yên ku di pevçûn û bûyerên tundiyê de canê xwe ji dest daye, dem bi dem bi komên çekdar re li Narino û herêmên derdora wê hevdîtinên aştiyê dimeşîne.
Komîseriya Bilind a Aştiyê ku karên wekî meşandina pêvajoya aştiyê, agirbest, dîtina kesên winda, bêçekkirin û entegrasyona ji nû ve dike, bi rêxistinên civaka sivîl re jî hevkariyê dike.