Jan Îlhan Kizilhan: Êşên derûnî yên penaberên li kampan zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Psîkolog û trawmatologê navdar ê Kurd Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan di civîneke taybet a li Parlamentoya Almanyayê de bal kişand ser rewşa derûnî ya penaberên li kampên Başûrê Kurdistanê.

Li Parlamentoya Almanyayê rewşa derûnî ya Kurdên Êzidî hat gotûbêjkirin.

Jan Îlhan Kizilhan ragihand ku li gorî lêkolîneke nû, kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji ber derdeserî û xemokiya kûr di demeke kurt de pîr bûne.

Kizilhan diyar kir ku ew û tîma xwe li nav kampên li Başûrê Kurdistanê dixebitin û got:

“Êşên derûnî yên taybet wekî trawmatîzekirin di nav penaberan de, di wan kampan de zêde bûne.

Em li gel wan mirovan dixebitin, ên ku pêwîstiya wan bi çareseriyê ye.

Ez û tîma xwe roj bi roj li wan kampan digerin û em dixwazin hêviyekê bidin wan kesan.”

Kizilhan bal kişand ser lêkolîneke nû ku dê di demeke nêzîk de encamên wê bên weşandin û anî ziman:

“Di encama lêkolînê de diyar dibe ku ew kesên ketine destê DAIŞê de û hatine zîndanîkirin, di demeke kurt de pîr bûne.

Ji ber xemokî û derdeseriyên giran ên ku dîtine, ev yek çêbûye.”

Kizilhan tekez kir ku ew dixwazin tawanbarên DAIŞê bên dîtin û li ber dadgehê werin darizandin û got, “Tenê bi vî rengî em dikarin dadweriyê peyda bikin.”

Kizilhan her wiha da zanîn ku karê wan ne tenê li Kurdistanê ye û anî ziman:

“Em li Ukraynayê jî dixebitin û em dê di demeke nêzîk de li Filistînê jî dixebitin û alîkariyê bidin xelkê.”