Neteweyên Yekbûyî: Îsraîlê li Xezeyê komkujî kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Îsraîlê li Xezeyê "jenosîd" kiriye û armanca wê "nehiştina Filistîniyan e."
Wan her wiha Serokwezîrê Îsraîlê û berpirsên din ên payebilind ên wî welatî bi handana (teşwîqkirin) jenosîdê tohmetbar kir.
Seroka Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (COI) Navî Pillayê got, lîjneya wan gihiştiye wê encamê ku "li Xezeyê jenosîd çêdibe û berdewam dike."
Wê herwiha got, "Berpirsyarî dikeve ser milê dewleta Îsraîlê."
Îsraîlê yekser ragihand ku ew "bi tundî" raporê red dikin û Wezareta Karên Derve ya wî welatî rapor wekî "nerast" bi nav kir û daxwaza betalkirina komîsyona lêkolînê kir.
Komîsyonê ku erkê wê lêkolînên rewşa mafên mirovan a li herêmên Filistînê ye, rapora xwe ya herî dawî piştî nêzîkî du salan ji destpêkirina şerê li Xezeyê belav kir.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de nêzîkî 65 hezar Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan kesên sivîl in.
Sererkanê berê yê Îsraîlê Herzi Halevi ragihandibû ji sedî 10ê xelkê Xezeyê, ango zêdetirî 200 hezar kesî, hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Piraniya şêniyên Xezeyê herî kêm carekê koçber bûne.
Koçberiya li Xezeyê zêde dibe
Li aliyekê Îsraîl hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê zêde dike û li aliyekê jî koçberiya li Xezeyê her ku diçe zêdetir dibe.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku birçîbûn û xela li wî bajarî gihiştiye asta herî metirsîdar.
Komîsyona lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî gihiştiye wê encamê ku desthilat û hêzên Îsraîlê ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve, ji pênc kiryarên jenosîdê yên ku di Peymana Jenosîdê ya sala 1948an de hatine diyarkirin, çar ji wan pêk anîne.
Ew kiryar jî ev in:
"Kuştina xelkê civakekê, gihandina zerereke fîzîkî yan derûnî ya giran ji xelkê civakê re, bi qest û bi plan sepandina şert û mercên jiyanê li ser civakê da ku bi temamî yan jî bi qismî were tunekirin û her wiha bi mebesta rêlibergirtina zarokanînê di nav civakê de sepandina tedbîran."
"Mebesta tunekirinê"
Lêkolîneran ragihand ku daxuyaniyên zelal ên berpirsên sivîl û leşkerî yên Îsraîlê, li gel şêwaza miameleya hêzên Îsraîlê nîşan didin ku bi mebesta tunekirina Filistîniyên li Xezeyê wekî civakekê, “kiryarên jenosîdê hatine kirin."
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant handana jenosîdê kiriye û desthilatdarên Îsraîlê ti tedbîr li dijî wan negirtiye.
Pillaya 83 salî ku dadwera berê ya Afrîkaya Başûr e û demekê seroka Dadgeha Navneteweyî ya ji bo jenosîda Ruandayê bû û herwiha wekî berpirsa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî kar kiriye, ragihand:
"Berpirsyariya van tawanên hovane dikeve ser milê desthilatdarên herî payebilind ên Îsraîlê."
Komîsyon ne saziyeke dadwerî ye lê raporên wê dikarin zexteke dîplomatîk çêbikin û wekî delîl ji bo dadgehan xizmetê bikin.
Pillayê ji AFPyê re da zanîn ku komîsyon bi dozgerê giştî yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) re di hevahengiyê de ye û got, "Me bi hezaran agahî bi wan re parve kirine."
"Hevparbûna di tawan de"
Pillayê di dema pêşkêşkirina raporê de got, "Civaka navneteweyî nikare li hemberî jenosîda ku Îsraîlê li Xezeyê li dijî gelê Filistînê dest pê kiriye, bêdeng bimîne."
Wê her wiha hişyarî da û got, "Negirtina gavan ji bo rawestandina vê, tê wateya hevparbûna di tawan de."
Îsraîl ji destpêka şer ve ji aliyê gelek rêxistinên sivîl, şarezayên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî û li pêşberî dadgehên navneteweyî bi jenosîdê hatiye tohmetbarkirin.
Desthilatdarên Îsraîlê van tohmetan red dikin.