Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê 3 jin û 10 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine ku guman heye berê di nav DAIŞê de bûbin.
Zêdetirî pênc salan piştî têkçûna xîlafeta DAIŞê, hê jî bi deh hezaran kes di kamp û zîndanên Hisîçayê de mane ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çavdêriya wan dike.
Fransayê 13 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin ku ku di nav wan de 3 jin û 10 zarok hene.
Temenê jinên kuji aliyê Fransayê ve hatine vegerandin di navbera 18 û 34 salî de ye.
Li gorî Yekîneya Dijî-terorê ya Fransayê (PNAT), du jin dema gihiştine Fransayê hatin desteserkirin lê ya sêyem hatiye tohmetbarkirin û nehatiye girtin.
Yekîneya Dijî-terorê ya Fransayê diyar kir ku 10 zarok radestî dezgehên çavdêriya zarokan hatine kirin û dê di bin çavdêriya yekîneyê û ofîsa dozgeriya giştî ya xwecihî de bin.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê spasiya "Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê" kir ku ji bo vegerandina wan welatiyên Fransî hêsankarî kirine.
Li kampan hîn jî bi dehan jin û zarokên Fransayî hene
Li gorî Komleya "Malbatên Yekgirtî" ya ku nûnertiya malbatên welatiyên Fransayî yên li kamp û zîndanên Rojavayê Kurdistanê dike, heta meha Hezîranê nêzîkî 120 zarok û 50 jinên Fransî li kampan mabûn.
Komeleyê desteserkirina zarokên ku "ti tawana wan nîne" şermezar kir.
Meha Sibatê, Rêveberiya Xweser ragihand ku ew bi hevahengiya bi Neteweyên Yekbûyî re armanc dikin ku heta dawiya salê kampan vala bikin.
Lê vegerandina xelkê kampan li Fransayê mijareke siyasî ya hestiyar e, ji ber ku di 10 salên borî de ew welat çend caran bûye hedefa êrişên DAIŞê, bi taybetî jî sala 2015an dema ku êrişî Hola Konseran a Bataclanê û stadyuma neteweyî hat kirin.
Sala 2022yan, Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê, Fransa ji ber ku rê neda vegera du jinan şermezar kiribû.
Ew jin piştî ku çûbûn ba hevjînên xwe yên DAIŞî li Rojavayê Kurdistanê hatibûn desteserkirin.
Di dozeke cuda de, roja duşemê li Parîsê darizandina sê jinan dest pê kir ku bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku çûne Sûriyeyê da ku tevlî refên DAIŞê bibin û 8 zarok jî bi xwe re birine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse