Ji bo vegera koçberên Efrînê plana NYyê çi ye?

New York (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Berpirsê Karûbarên Mirovî, Tom Fletcher, di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku peyama wan a sereke ji bo birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ew e ku gihîştina alîkariyên mirovî li seranserê welêt bê astengî be.

Fletcher her wiha da zanîn ku armanca wan a dawî ew e ku Sûriye êdî ne hewcedarê alîkariyê be û got, "Ez dixwazim me ji kar derxim."

Peyama ji bo birêvebiriya nû

Tom Fletcher li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemir a derbarê peyama ku dê di hevdîtineke muhtemel de bide Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê, Ehmed Şer, diyar kir ku serdana serokê Sûriyeyê dê bibe yek ji beşên herî girîng ên hevdîtinên asta bilind.

Fletcher anî ziman ku ew bi rayedarên Sûriyeyê re di wê baweriyê de ne ku divê Sûriye ji girêdayîbûna bi alîkariyên mirovî derbasî modelekê bibe ku karibe li ser pêyên xwe bisekine.

Fletcher got, "Daxwazek me heye, û em vê yekê bi rayedarên Sûriyeyê re parve dikin, ku ne hewce ye em li Sûriyeyê bin. Bi rastî, ez dixwazim me ji kar derxim, bi awayekî îdeal."

Rewşa Efrînê û koçberan

Derbarê rewşa Efrînê û pirsa vegera bi deh hezaran koçberan de, ku ji ber dagirkirina mal û milkên wan nikarin vegerin, Fletcher tekez kir ku ew dixwazin li her devera Sûriyeyê gihîştina wan hebe.

Wî got, "Em naxwazin ku li cihê ku em dikarin bixebitin astengî hebin.

Tîmên me yên li ser erdê bi rêkûpêk serdanên keşfê dikin da ku bibînin ka hewcedarî çi ne û em dikarin li ku derê herî baş alîkariyê bikin.

Em cihên kontrolan didin vekirin, deriyên sînoran didin vedikirin, piştrast dikin ku em gihîştina her deverê bikin ku hewce ye ku em biçin.

Û ez bawer im ku ez ê vê yekê berdewam bikim dema ku ez wan hefteya bê bibînim."

Gihîştina bêasteng a alîkariyê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê bi bîr xist ku di meha Kanûnê de di hevdîtinên bi rayedarên Sûriyeyê re li ser vekirina deriyên sînor û xalên kontrolê "axaftinên baş" kirine û tekez kir ku ew dê van hewldanên xwe di hevdîtinên pêş de jî bidomînin da ku alîkarî bigihîje hemû kesên hewcedar.