Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Le Monde ya fransî gotarek bi sernavê welatên demokrat dest ji penaberên buhara Sûriyê berdane, belav kiriye.
Di gotarê de, Sophie Durieux-Paillard nivîsiye: Dema ku, berya çend heftiyan, li ser bikaranîna çekên kîmawî di dijberiya Sûriyê de pirs ji serokê Fransa hat kirin, François Hollande gotibû: Fransa amade ye ku kesên biryara gazkirina bêgunehan dane siza bike.
Dema ku me ev gotin bihîstin, me wiha fam kir ku gotinên "gazkirin" û " bêguneh" bi hişyarî hatine helbijartin ji ber ku piraniya caran bi tirsa cenga cîhanî ya duyem ve girêdayî ne.
Di berdewambûna gotarê de, hatiye: Piştî nêzîka 15 rojan, tevahiya cîhana rojava xwe ji wan daxuyaniyên tund dûrxistin û xelk bendewar man. Ji wê demê ve, bi saya jêhatîbûna Rûsya, dîplomasiyeta navneteweyî destê xwe berve xwe kişand, û ji niha heta hezîrana 2014 an, divê Sûriyê tevahiya çekên xwe yên kîmawî ji nav bibe.
Herwiha di gotarê de hatiye: Kî dikare bawer bike ku hikûmeta Sûriyê wê kaxetên xwe li ser masê dane û deriyê cebilxaneya xwe ya kîmawî heta dawî ji Neteweyên Yekbûyî re veke? Û heta eger ev yek bibe jî, heta wê demê rojane qurbaniyên sivîl û rikberên rejîmê tên kuştin. Em digihin wê encamê, ku civaka navneteweyî çavên xwe li ser kuştina di jêr îşkenceyê de, bi çekên kilasîk û ji nêza di taxeke Şamê ya dorpêçkirî de digre.
Û mesaj tê famkirin; kuştina kilasîk bê siza ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse