Hook: Hikûmeta Îranê zanyariyên şaş dide xelkê xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Grûpa Kar a Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Brian Hook ragihand ku hikûmeta Îranê zanyariyên şaş dide xelkê xwe, ji ber ku dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê rê li ber bazirganiya mirovdostane ligel Îranê, bi taybetî di warê xwarin û derman de nagire.
Brian Hook diyar kir, ku ew naxwazin ambargoyê bixin ser bazirganiya mirovdostane ya ligel Îranê, bi taybetî di warê xwarin û derman de.
Brian Hook da zanîn, ku di vê mijarê de Îran rastiyê vedişêre û xelkê ditirsîne. Li gor Hook, pirsgirêkên aborî yên Îranê bi rewşa navxwe ya wî welatî ve girêdayî ne.
Hook herwiha destnîşan kir, ku hikûmeta Îranê bixwe li hember rewşa aborî ya li wî welatî û pêwîstiyên bingehîn ên xelkê berpirs e û got, qonaxa nû ya dorpçên Amerîkayê di qazanca xelkê Îranê de ye.
Hook, derbarê vegerandina qonaxa duyem a dorpêça ser Îranê dest bi geşteke dîplomatîk bo Ewropayê kiriye.
Hook, doh li Luksemburgê ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê propagandayê dike ku dorpêça li ser wî welatî bazara enerjiya cîhanê têk dide, lê ne wiha ye û Amerîka berdewam ligel veberhênerên petrolê di peywendiyê de ye û bazara enerjiyê aramtir dibe.
Hook dibêje, 100 kompanyayên biyanî ji Çranê derketine û ji kompanyayên cîhanî re got, divê hun bizanin ku bi bazirganiya ligel Îranî piştîvanîya darayî ya terorîzmê dikin.
Berpirsê Grûpa Kar a Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din tekez kir, ku ew dê asta hinardeya petrola Îranê bigihînin sifrê.
Li aliyekê din Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Behram Qasimî jî bersiva vê daxuyaniya Hook da û ragihand, ku Amerîka nikare bigihe wê armanca xwe.