Merkel bo xatirxwestinê serdana Tirkiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ji ber erka wê bi dawî bûye bo xatirxwestinê îro 16ê Cotmeha 2021ê serdana  Tirkiyê dike û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Merkel îro serdana Tirkiyê dike û li Stenbolê ligel Erdogan dicive.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê diyar dike ku di hevdîtina Merkel û Erdogan de peywendiyên Tirkiye û Almanyayê bi berfirehî tên nirxandin û bo zêdetir hevkariyeke baş gavên pêwîst dê bên gotubêj kirin.

Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de ligel peywendiyên Tirkiye û Almanyayê peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û di serî de Libya, Sûriye, Afxanistan, mijarên navdewletî û navçeyê dê bên gotubêjkirin.

Li gor çend rojnameyên navdewletî partiyên opozîsyona Almanyayê Partiya Çep û Kesk ligel Merkel hevdîtin kirine û di hevdîtinan de xwestine ku Merkel di serdana xwe ya Tirkiyê de mijara girtiyên sîyasî jî gotûbêj bike.

Angela Merkel ev 16 sal in li Almanyayê Rawêjkar bû û di hilbijartinên 26ê Îlona 2021ê de eşkere kiribû ku nabe berbijêr. Ev demeke jî bi armanca xatirxwestinê serdana gelek welatan dike.