Partiya Kesk a Almanî projeya xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û cezakirina Tirkiyê de erê kir
Bielefeld (Rûdaw) - Li bajarê Bielefeld yê Almanya Partiya Kesk ya Almanî kongreya xwe lidar dixe. Partiya Kesik bi piraniya dengan, projeya xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û cezakirina Tirkiyê erê kir.
Li bajarê Bielefeld yê Almanya Partiya Kesk a Almanî kongreya xwe ya 44emîn saz dike.
Partiya Kesk a Almanyayê bi piraniya dengan, projeya xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û cezakirina Tirkiyê erê kir û dibêje, ku ew dê li kêleka Kurdan bin, ji ber ku Kurd di aramiyê dijiya û Tirkiyê aramiya wan li wan têk da.
Partiya Kesk daxwaz kir, ku Almanya pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê bicemidîne.
Cîgira Serokê Partiya Kesk li Parlamentoya Almanya Agnieszka Brugger got: “Derbasbûna Tirkiyê bo Bakurê Sûriyê binpêkirineke eşkere ye. Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi awayekî hovane xwest derbasî wê derê bibe. Kurdên li wê derê tevî şer ku li wê navçeyê heye, tevî şerê li hemberî DAIŞê û aloziya ku bi salan li wir heye, ji xwe re parçeyekî aram çê kiribûn û di nava demokrasiyê de dijiyan. Niha careke din aramiya wan hate têkdan, ji ber vê yekê divê îro em hemû nîşan bidin ku em li kêleka wan Kurdên wêrek in.
Agnieszka Brugger di berdewamiya axavtina xwe got: “Gelê hevalan ez dixwazin vê jî bibêjim, em naxwazin gunahê Erdogan bixin stûyê temamî xelkê Tirkiyê û ji bo vê em nabêjin bila pêwendî bi temamî werin qutkirin, lê bila bêne cemidandin, ji ber ku li Tirkiyê jî hin kes hene ji bo demokrasiyê û mafê mirovan li ber xwe didin, em piştgîriya wan jî dikin.”
Cîgira Serokê Partiya Kesk diyar kir ku dîmenê ji Rojavayê Kurdistanê gelekî dil tezînin û wiha pê de çû: “Meha Çileya 2018an Erdogan ket Efrînê û ji wê rojê ve Kurdên wê deverê perîşan bû û di bin zilm û zoreke mezin de dijîn. Wê demê parlamentoya me ya federal, nexwest dagîrkirina Efrînê weke dagîrkirinê bi nav bike û li dijî derkeve ji ber vê yekê niha ev dîmen careke din dûbare dibin.”