Dadgehê ceza li pisîkekê birî

Hewlêr (Rûdaw) - Pisîkeke sor a bi navê Remyê ku li bajarê Agdeyê yê başûrê Fransayê dijî hat cezakirin.

Demên dawî Remy rojane diçû baxçeyê cîranên xwe û ew aciz dikirin.

Li ser giliyê cîranan, dadgehê biryar da ku divê Remy heta hetayê di nava malê de bimîne.

Xwediyê pisîkê Domenic Valdesê got:

"Destpêkê dadgehê 1250 euro ceza li min birî ku 450 euro ji bo zerera cîranê me û 800 euro jî cezayê yasayî bû."

Cîranê Remyê gotiye, pisîk nahêle ku ew kêfê ji baxçeyê xwe wergire, gul û çîmenan xera dike û balindeyan ditirsîne.

Cîraneke din a bi navê Catherine Tesserê jî da zanîn:

"Bi rastî ev biryar şokker û bêwate ye. Gelek pisîk diçin û tên.

Ez nizanim çima tenê çav li ser Remy ne."

Ajeldost dilgiran in ku ev biryar bibe mînakeke metirsîdar û rê li ber sînordarkirina ajelên kedî veke.

Xwediyê Remyê diyar kir ku wî 2050 euro ceza xwariye û cîranê wî hîn jî ji giliyê xwe poşman nebûye.

Remy jî niha êdî her di malê de ye.