Vebijêrkên Amerîkayê yên ji bo Venezuelayê: Şer an dîplomasî?
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Asha Castleberryê egera êrişeke leşkerî ya Amerîkayê ya li ser Venezuelayê ji Rûdawê re nirxand.
Asha Castleberry beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû Nalîn Hesen pêşkêş dike amaje bi vebijêrkên Amerîkayê yên ji bo rewşa Venezuelayê kir.
"Du vebijêrk: Leşkerî an dîplomasî"
Castleberryê got ku ji bilî vebijêrka leşkerî, vebijêrka dîplomasiyê jî dikare serkeftî be û wiha axivî:
"Tevahiya mijarê bi biryara Trump ve girêdayî ye ku dê çi biryarê bide. Gelek vebijêrk li ser maseya wî ne, wekî mînak ka dê êrişên asmanî çawa berdewam bikin.
Li navxweyî Amerîkayê gelekî tê tekezkirin ku divê êriş çawa bin.
Tê fikirîn ka dê êrişî ser xaka Venezuelayê bê kirin an na, ji ber ku metirsî heye rewşeke ji ya niha xirabtir derkeve holê."
Castleberryê behsa vebijêrka dîplomasiyê jî kir û bi bîr xist ku Amerîkayê di tecrubeya Xezeyê de serkeftin bi dest xistiye û biland:
"Amerîka dikare bi temamî pişta xwe bi dîplomasiyê ve girê bide da ku Maduro bîne ser maseya gotûbêjan ji bo çareserkirina vê aloziyê û dilgiraniyan.
Her wiha dikare pîşesaziya petrolê jî wekî kartekê bikar bîne. Wan (Amerîka) karîbû li Xezeyê dîplomasiyê bi kar bînin û Îsraîl û Hemasê bînin ser maseya gotûbêjan, li vir jî dikarin heman tiştî bikin."
Amadehiyên leşkerî û gef
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê ragihandibû ku stratejiya Amerîkayê ya ji bo rêgirtina li ber hatina madeyên hişbir a bi rêya deryayê têk çûye.
Çavdêran ev daxuyaniya Trump wekî rêxweşkirineke ji bo êrişeke çaverêkirî ya li ser Venezuelayê şîrove kiribûn.
Asha Castleberryê amaje bi amadehiyên leşkerî yên her du aliyan kir û got:
"Amerîkayê hêz kom kiriye û keştiyên leşkerî şandine Deryaya Karayîpê.
Heta niha êrişî 20 keştiyan kiriye. Amadekariyên leşkerî yên her du aliyan gihiştine asteke metirsîdar."
Serokê Venezuelayê Nicolás Maduro roja şemiyê tetbîqatên leşkerî yên Amerîka û hevpeymanên wê yên li Deryaya Karayîpê wekî "bêberpirsiyarî" bi nav kiribû û ragihandibû ku armanca wan gefxwarina li welatê wî ye.
Rîsk û encama gengaz
Şêwirmenda berê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da ku her êrişa Amerîkayê ya li ser Venezuelayê dê "pêngaveke metirsîdar be" û wiha pê de çû:
"Pêwîst e em li ser encaman bifikirin û zanibin ka dê hêzên Maduro çawa bersivê bidin.
Her wiha divê em vê yekê jî zanibin ku Maduro di vî şerî de ne bi tenê ye, ji ber ku welatên wekî Çîn, Rûsya û Îranê li gel wî ne."
Çarenivîsa Maduro
Castleberryê derbarê guhertina desthilata Maduro, ji şiyanên mixalefeta Venezuelayê dilgiran e lê ew dûr dibîne ku bidawîanîna desthilata Maduro demeke dirêj bikişîne û dibêje:
"Eger em bixwazin rejîmê biguherin, divê em li gel hevpeymanên xwe zextan zêde bikin lê heta niha opozîsyon nikare zexteke zêde bike.
Eger şer rû bide, li gorî baweriya min dê di berjewendiya Amerîka û hevpeymanên wê de be û dê demkurt be.
Di demeke kurt de Maduro dê ji ser desthilatê were dûrxistin."