Li Pakistanê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Belûçistanê ya Pakistanê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan rû da.
Li gorî nûçeya Geo Newsê ya ku xwe dispêre daxuyaniya Saziya Meteorolojiyê ya Pakistanê, navenda erdhejê herêma Sonmianiyê ya Belûçistanê ye.
Hat diyarkirin ku hêza erdhejê 5,2 pile ye.
Erdhej di kûrahiya 12 kîlometreyan de çêbûye û li hinek deverên bajarê Qereçiyê jî hatiye hîskirin.
Li hêla din, Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku hêza erdhejê 4,8 pile ye.