Neteweyên Yekbûyî: Li Helebê hîn 58 hezar kes koçber in

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku tevî vegera nêzîkî 90 hezar kesan, hîn jî 58 hezar kes ji ber şer û pevçûnên dawî yên li Helebê koçber in.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq ji Rûdawê re ragihand, “Heta ku ewlehî û aramî venegere, vegera koçberan zehmet e.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ev amar ji rêxistinên mirovî yên li Sûriyeyê hatine wergirtin.

Şerê li Helebê

6ê Kanûna Paşîn, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê yên Kurdan, di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser de şer derketibû.

Ev şer piştî wê yekê rû dabû ku dan û standinên ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adara 2025an a ji bo yekkirina hêzên Kurdî di nav saziyên navendî de bi bin ketibûn.

Şer bûbû sedema koçberbûna nêzîkî 150 hezar kesan ku piraniya wan ber bi Efrîn, kamp û stargehên demkî yên li Helebê û herêmên din ve reviyabûn.

Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di şer de 23 kesan canê xwe ji dest dabû.

Neteweyên Yekbûyî û hevparên wê berdewam in li ser dabînkirina xwarin, piştevaniya derûnî û alîkariyên din ji bo malbatên koçber û yên vegeriyane.

Fona Mirovî ya Sûriyeyê û Fona Derbasbûna Sînorî ya Sûriyeyê 2,5 milyon dolar bi rêya rêxistinên sivîl ên xwecihî veqetandine da ku alîkariya lezgîn bigihînin kesên ku li Heleb, Efrîn û Îdlibê koçber bûne.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq li New Yorkê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula bersivandin.

Rûdaw: Rewşa dawî ya koçberên li Sûriyeyê û bi taybetî yên li Helebê çawa ye?

Ferhan Haq: Derbarê Sûriyeyê de, hevkarên me yên mirovî ji me re dibêjin ku heta doh nêzîkî 58 hezar kes hîn jî koçber in. Ev di demekê de ye ku nêzîkî 90 hezar kesên din piştî pevçûnên dawî yên li nav bajarê Helebê vegeriyane malên xwe.

Em û hevparên xwe yên mirovî berdewam in li ser pêşkêşkirina xwarin, piştevaniya derûnî-civakî û alîkariyên din ji bo malbatên koçber û yên ku vedigerin.

Fona Mirovî ya Sûriyeyê û Fona Alîkariyên Navneteweyî yên li ser sînorê Sûriyeyê, 2,5 milyon dolar veqetandine ji bo rêxistinên nehikûmî yên navxweyî da ku alîkariya lezgîn û girîng bigihînin wan kesên ku li Heleb, Efrîn û Îdlibê koçber bûne.

Rûdaw: Te got 58 hezar kes hîn koçber in. Tîmên we ji we re dibêjin bê çima hîn koçber in? Gelo ti astengî hene?

Ferhan Haq: Pirsgirêk ew bû ku ew ji ber şer û pevçûnên dawî ji cihên xwe derketin û koçber bûn. Bê guman vegera li ser mal û hal karekî zehmet e, heta piştî rawestana şer jî.

Em heta ew cihê ku destê me digihîje xelkê alîkariyê pêşkêş dikin lê diyar e ku hinek ji wan tenê wê demê dikarin vegerin ku aramî û ewlehî vegere wan deverên ku şer lê qewimiye.