Hişyarî ji Washingtonê: Dem hatiye ku Şam dest ji şerê HSDyê berde

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê xwest ku dest ji Kurdan berde û bala xwe bide paşeroja welatê xwe.

Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê peyamek raberî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û ji wî xwest ku li şûna şerê li dijî Kurdan, bala xwe bide ser paşeroja welatê xwe.

Komîteyê daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ya ku bang li hikûmeta Sûriyeyê dikir da ku êrişên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestîne, parve kir û ev peyam da:

"Gelê Kurd ev demeke dirêj e li Sûriyeyê ji bo paşerojeke baştir têdikoşe û bûye hevparê dilsoz ê Amerîkayê.

Êdî dem hatiye ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer şopa wan bişopîne û li şûna ku şerê gelê Kurd bike, ji bo paşeroja welatê xwe bixebite."

Gefa vegerandina sizayan

Îro hinek senatorên Amerîkî jî hişyarî dabû hêzên Sûriyeyê ku dawî li êrişên çekdarî yên li dijî HSDyê bînin.

Senatoran destnîşan kiribû ku eger êriş nesekinin, ew dê ji bo vegerandina cezayên "Yasaya Qeyser" bixebitin.