Dîmenên hinek cihên nav bajarê Hewlêrê piştî êrişa mûşekî ya şeva 15ê Sibata 2021. Wêne: Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û çar welatên mezin ên Ewropayê, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û têde êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kirin.
Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Amerîka, Jan Yeavs Le Drian Wezîrê Derve yê Fransa, Heiko Mass Wezîrê Derve yê Almanya, Dominque Rapp Wezîrê Derve yê Brîtanya û Luige De Mayo Wezîrê Derve yê Îtalya têkildarî êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek hevbeş îmze kirin û bi tundî ev êrîş şermezar kirine û hevxemiya xwe bo qurbanî û malbatên wan û gelê Iraqê pêşkêş kirine.
Di daxuyaniya hevbeş de tê gotin: “Em wezîrên derve yên welatên Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê bi awayekî herî dijwar êrîşa roja 15ê Sibatê bo ser binkeyê serbazî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin ku bû sedema kuştina belênderekî sivîl û birîndarbûna 9 kesên din.”
Di daxuyaniyê de wezîrên derve yên her pênc welatan piştgiriya xwe bo hikûmeta Iraqê nîşan dane bo lêkolînên derbarê bûyerê de û cezakirina kesên ew kar kirine. Her pênc welat herwiha dibêjin: “Nerîna me derbarê wê êrîşa ser karmend, serbazên Amerîka, hêzên Hevpeyman û saziyên wan de yekgirtî ye û em bexşîner nabin.”
Li aliyekê din, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peywendiyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Iraqê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê gotûbêj kir.
Blinken daxwaz ji Kazimî kir, bi Herêma Kurdistanê re kar bike ji bo rûbirûbûna tundrewan.
Şeva êrişê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê peywendî bi Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû û piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê û endamdana lêkolîneke hûr û berfireh ji bo diyarkirina bikerên êrişê nîşan dabû.
Şeva Duşembê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 09:30 deqe çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku di encama êrîşa mûşekî de bo ser hêzên wan li Hewlêrê, kesekî sivîl ku belênder bûye hatiye kuştin, pênc belênderên din birîndar bûne û serbazekî Amerîkî jî birîndar bûye.
Piştî êrişê jî, grûpeke milîsan a bi navê “Seraya Ewliya El Dem” ku navê wê nû ye û berê nehatiye bihîstin, di daxuyaniyeke nivîskî de berpirsatiya êrişê li xwe girt û ragihand, ew dê li ser êrişên xwe yên bo ser hêzên Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê berdewam bin.
Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, Nasir Herkî jî îro ji Rûdawê re ragihand ku têkildarî êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê “du kes ku destê wan di wî karî de hebûye hatine desteserkirin.”
Lê saziyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hêj tiştek di wê derbarê de belav nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse