Li Amerîkayê di maçeke hokeyê de êriş: 3 kuştî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Rhode Islandê ya Amerîkayê di dema maçeke hokeyê de êrişeke bi çekê pêk hat û di êrişê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Rayedarên polîsan ên bajarê Pawtucketê ragihand ku êriş di nav salona "Dennis M. Lynch" de rû daye.

Birêvebira Polîsê bajarê Pawtucketê Tina Gonsalvesê ji rojnamegeran re got:

"Êrişkar ji bo dîtina maça endamekî malbata xwe çûbû holê.

Wî piştî êrişê dawî li jiyana xwe jî anî."

Li gorî daxuyaniya polîsan, berî ku êrişkar xwe bikuje, kesekî li nav salonê hewl daye wî kontrol bike.

Bi saya vê midaxeleyê rê li ber kuştina kesên zêdetir hatiye girtin.

Polîsan eşkere kir ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku êriş "bi qestî" hatiye kirin û dibe ku sedem "pirsgirêkên malbatî" bin.

Polîsan nasnameya êrişkar eşkere kir ku navê wî Robert Dorgan e û sala 1969an ji dayîk bûye.

Tirs û xof

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku di dema gulebaranê de lîstikvan ji bo parastina canê xwe xwe vedişêrin.

Alîgir jî bi tirs û xof kursiyên xwe bi cih dihêlin û direvin.

Şaredarê Pawtucketê Don Grebien li ser êrişê anî ziman:

"Ev bûyereke pir trajîk e. Ev zarokên dibistana navîn û amadehiyê ne, wan dilîst û malbatên wan li wan temaşe dikir.

Demeke xweş bû lê veguherî vê karesatê."

Bûyerên berê yên li Rhode Islandê

Ev êriş di demekê de ye ku berî du mehan dîsa li eyaleta Rhode Islandê li Zanîngeha Brownê êrişeke bi çekan pêk hatibû.

Di wê êrişê de 2 xwendekar hatibûn kuştin û 9 kes jî birîndar bûbûn.

Bajarê Pawtucketê ku nifûsa wê nêzîkî 80 hezarî ye, li bakurê bajarê Providenceyê ye û cîranê eyaleta Massachusettsê ye.