Amerîkayê hişyarî da Sûriyeyê: Eger navendîbûn were sepandin fon nînin
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî bilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê bi gavên şênber û piştrastkirî ve girêdayî ye.
Rayedarê Amerîkayî hişyarî da, eger Sûriye bibe platformek ji bo berfirehkirina bandora Îranê dê bêaramî berdewam bike.
Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji televîzyona Alhurrayê re axivî û tekez kir ku nêzîkatiya Washingtonê ya li ser cezayan bi merc e û bi pîvanên taybet ve girêdayî ye.
“Rêya aramiyê tune”
Rayedarê Amerîkayî bal kişand ser rola Îranê û got:
“Eger Sûriye bibe jîngeheke guncav ji bo berfirehkirina bandora Îranê, dê ti rê ji bo bidestxistina aramiyê tune be.”
Ev daxuyanî nîşan dide ku Amerîka ji rola Tehranê ya li Sûriyeyê bi fikar e û heta ku guherînên siyasî û binesazî çênebin alîkariya nûavakirinê nayê kirin.
“Pereyên ji bo nûavakirinê”
Wî rayedarî her wiha hişyarî da Şamê ku dema hewl bide bi zorê kontrola navendî bisepîne nikare li benda fonên navneteweyî yên ji bo nûavakirinê be û got:
"Sûriye nikare bi zorê navendîbûnê bisepîne û dûv re jî li benda wergirtina fonan be ji bo nûavakirinê."
Ev daxuyanî di demekê de tên dayîn ku nîqaşên li ser paşeroja siyasî ya Sûriyeyê û guhertina siyaseta cezayan a welatên Rojava didomin.