Serokwezîrê Awistralyayê: Em malbatên DAIŞiyan wernagirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihand ku welatê wî ti alîkariyê nade wan 34 welatiyên Awistralyayê ku xizmên çekdarên DAIŞê ne û dixwazin ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerin welatê xwe.
Ew welatî doh ji Kampa Rojê ya li Rojavayê Kurdistanê hatibûn berdan.
Li gorî gotina berpirsên kampê, ji ber nebûna hevahengiyê ya bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re kes neçar man careke din vegerin kampê.
Anthony Albanese bi zimanekî tund behsa wan welatiyan kir û got, "Wekî dayîka min digot, te çawa raxistiye, divê tu wisa li ser rûnî."
Serokwezîrê Awistralyayê tekez kir ku ti dilşewatiya hikûmeta wî ji bo wan kesan nîne û got:
"Ew çûn derveyî welat da ku beşdarî hewldana avakirina xîlafetê bibin û şêwazê jiyana me xera bikin.
Mixabin ku zarok jî di nav de ne lê em ti piştgiriyê nadin wan."
Anthony Albanese hişyarî da, eger her yek ji wan kesan bi her awayekî xwe bigihîne Awistralyayê, ew dê bê darizandin.
Mijara vegera malbatên çekdarên DAIŞê li Awistralyayê di asta siyasî û civakî de bûye sedema nîqaşeke zêde.
Di demekê de ku hinek alî vê yekê wekî metirsî li ser ewlehiya neteweyî dibînin, hinekên din alîkariya mirovî dixwazin.
Dadgehê daxwaz red kir
Rêxistina "Save the Children"ê ya Awistralyayê beriya niha giliyekî yasayî ji bo vegerandina 11 jin û 20 zarokan tomar kiribû.
Lê Dadgeha Federal gilî red kir û ragihand ku desthilata hikûmeta Awistralyayê li wan deveran nîne ku ew kes tê de girtî ne.
Piştî hilweşîna "xîlafeta" DAIŞê ya sala 2019an, bi hezaran jin û zarokên çekdarên biyanî yên wê rêxistinê di kampên Hol û Rojê yên li Rojavayê Kurdistanê de hatin bicihkirin ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn.
Rewşa kampan
Ji meha Kanûna Paşîn a 2026an ve, guherîneke mezin li herêmê çêbû, hêzên Kurdan ji Kampa Holê vekişiyan û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê kontrola kampê girt destê xwe.
Ev yek bû sedem ku bi hezaran jin û zarokên biyanî ber bi cihên nenas ve birevin.
Kampa Rojê heta niha di bin kontrola hêzên Kurdan de maye lê ji ber alozî û nakokiyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, pêvajoya veguhestina kesên biyanî ûbirûyî astengiyên cidî bûye.
Welatên Rojava, di nav de Awistralya jî bi baldariyeke zêde nêzîkî vê mijarê dibin û piraniya wan amade nînin welatiyên xwe wergirin.