Amerîka û Îran li Swîsreyê ne: Mûşek û komên çekdar li ser maseyê ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Gera duyem a dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de îro li Balyozxaneya Umanê ya li Swîsreyê dest pê dike.

Uman careke din rola navbeynkariyê girtiye ser xwe ku di navbera aliyan de li ser xalên rojevê nakokiyên kûr hene.

Xeta sor a Tehranê

Aliyê Îranê dibêje ku rojeva vê gerê jî wekî qonaxên berê ye.

Birêvebiriya Tehranê diyar kir ku li ser maseyê tenê dê mijara "pirsgirêkên nukleer û rakirina cezayên li ser Îranê" were nîqaşkirin.

Di van dan û standinên krîtîk de şandeyeke bilind bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re ye.

Di şandeyê de Alîkarê Wezîrê Karên Siyasî, Alîkarê Karên Hiqûqî û Navneteweyî, Alîkarê Dîplomasiya Aborî û Berdevkê Wezaretê cih digirin.

Washington dixwaze çarçoveyê berfireh bike

Di şandeya Amerîkayê de Steve Witkoff û Bernard Kouchner û tîmên pispor cih digirin.

Birêvebiriya Washingtonê li gorî şêwirmendiyên bi Îsraîlê re dixwaze maseya dan û standinan berfireh bike.

Amerîka xeynî çalakiyên nukleer û dewlemendkirina uranyumê, dixwaze bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê û rewşa komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li herêmê jî bigihîne encamekê.

Lê belê Tehran bi awayekî teqez red dike ku xeynî dosyeya nukleer dan û standin li ser van her du sernavan (mûşek û hêzên wekîl) werin kirin.

Gera yekem a dan û standinan li Mesqeta paytexta Umanê hatibû kirin.

Dîplomatên Umanî wekî li Mesqeta dê li Swîsreyê jî di navbera her du şandeyên ku li heman avahiyê de ne navbeynkariyê bikin.