Li Kolnê Karnavala Rosenmontagê: Bi sed hezaran kes beşdar bûn

Koln (Rûdaw) - Bi sed hezaran kesan îsal jî careke din ji bo Karnavala Rosenmontagê (Duşema Gulan) berê xwe da bajarê Kolnê yê Almanyayê.

Karnavala Rosenmontagê (Duşema Gulan) ji bo gelek kesan lûtkeya karnavala kolanan e.

Di navbera otomobîl, muzîk û banga ji bo şekir û gulan de, ciwan jî berî bi hefteyan planên cil û bergan dikin.

Ew bi saetan li ser rêya meşê radiwestin.

Lily A.yê li ser karnavalê got:

"Bi dîtina min, a taybet di karnavalê de ew e ku her kes li hev kom dibe.

Her nifş bi hev re pîroz dike. Em hemû bi hev re ne û ne girîng e ku mirov ji ku derê tê.

Ya girîng ew e ku em tenê bi hev re bin."

Eva N.yê jî diyar kir ku ev ji bo wan bûye kevneşopiyek û anî ziman:

"Li cem me, ev bûye kevneşopiyek ku her sal di van rojan de, ji pêncşemê heta sêşemê, em bi tevahiya malbatê re li vir bin.

Ev ji dema ku em zarok bûn ve wisa ye. Em li ser vê yekê hatine perwerdekirin.

Em li vir li Kolnê ji dayîk bûne, ji ber vê yekê em her roj li vir in."

Cudahî ji holê radibin

Gelek kes biryarê didin ku salane kostumên cuda û balkêş li xwe bikin.

Wekî kesekî vê carê cil û bergên wekî berfeşîrê li xwe kirine.

Tobias Nagel li ser wateya vê rojê wiha axivî:

"Helbet ev roj rojeke kevneşopî ye.

Ango rojek e ku bi taybetî li bajarê Kolnê cudahî ji holê radibin.

Tê de mezin û biçûk, jor û jêr hemû dibin yek ast.

Ji bo giyanê xelkê Kolnê pêdivî bi karnavalê heye.

Ev roj rojeke şahiyê ye ku tê de her kes hev hembêz dike û bi hev re ye.

Ez her sal hewl didim ku cil û bergekî taybet, xweşik û afirîner çêbikim."

Nasnameya bajarê Kolnê

Piraniya xelkê ji mêj ve beşdarî karnavala Kolnê dibin.

Ew dibêjin ku bêyî wê, perçeyek ji nasnameya Kolnê kêm e.

Monika S.yê jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

"Ez ji Kolnê me, xelkê resen ê Kolnê me. Ez çi bêjim?

Helbet ew bûyera herî xweş a salê ye.

Ez hevjînê xwe jî her tim bi xwe re tînim çimkî ew ji Dusseldorfê ye lê ew niha êdî bûye xelkê Kolnê."

Karnaval cihê hevdîtinê, komkirina şekiran û cil û bergên rengîn e.

Ew ne tenê bûyereke demkî ye lê kevneşopiyeke zindî û xwedî dîrokeke bi dehan salan e.