Amerîkayê li Pasîfîkê û Karayîban li 3 beleman xist: 11 kuştî
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku li rojhilatê Okyanusa Pasîfîkê û Karayîban sê belemên ku dihat îdiakirin madeyên hişbir vediguhêzin hatine hedefgirtin.
Di operasyonan de 11 kes hatine kuştin.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
SOUTHCOMê diyar kir ku agahiyên îstixbaratî li ber destê wan hebûn ku ew belem karên qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikin.
SOUTHCOMê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand ku li sê beleman hatiye xistin.
Di encama operasyonê de bi giştî 11 kes hatine kuştin.
Her wiha SOUTHCOMê dîmenên operasyonan jî bi raya giştî re parve kirin.
Nîqaşên li ser operasyonan
Artêşa Amerîkayê demên dawî li Karayîban û Pasîfîkê di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya madeyên hişbir de operasyonên bi vî rengî zêde kirine.
Lê belê hedefgirtina rasterast a beleman û mirina mirovan, di raya giştî ya navneteweyî de nîqaşên "darizandina bêdadgeh" bi xwe re tîne.
Gelek alî rexne dikin ku Amerîka bêyî darizandin rasterast mirovan dikuje.