Joe Biden: Putin bikuj e û dê berdêla wê bide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden da xuyakirin ku Putin bikuj e û Moskow dê berdêla destwerdana di hilbijartina Amerîkayê de bide.

Serokê Amerîka Joe Biden got ku serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bikuj bû berî niha, û ew ê berdêla kiryarên xwe ku destwerdan di helbijartinên Amerêkayê de kiriye bide.

Biden ji dema ku bûye serokê Amerîka bo cara yekê rasterast Rûsya bi armanc girtiye û dibêje li gorî wî Putin bikuj e. 

Serokê Amerîka herweha da xuyakirin ji ber ku Rûsya destwerdan di hilbijartinên Amerîka de kiriye û dê bersiva wê bide. 

Duh îstixbarata Amerîkayê raporek derbarê hilbijartinên Amerîka de belav kir û daxuyakirin ku Rûsyayê hewl daye di berjewendiya Trump de destwerdanê di hilbijartinan de bike

Derbarê vekşandina serbazên Amerîkî  ji Afxanistanê, Biden got ku ew tiştekî gelekî zehmete were cîbicîkirin ku biryare di yekê Gulana îsal de were encam dan, li gor rêkeftina dinavbera rêveberiya Trump û Talîban de hatibû îmzekirin.

Li aliyê din Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dîmîtrî Peşkov da xuyakirin rapora Amerîka derbarê destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên Amerîkayê de ragihand ku ew yek ne raste û tu sedemek yan belgeyek bo wê yekê nîne. 

Dîmîtrî Peşkov da xuyakirn ku Kremlîn wê raporê qebûl nake û Rûsyayê destwerdan di hilbijartinên 2016-2020 yên Amerîka de nekirye û ti peywendiya Rûsyayê bi ti propagandeyan dijê çi berbijêran ve nîne. 

Li gorî rapora Istixbarata Amerîkayê, Putîn rê daye ku di dema hilbijartina serokatiya Amerîkayê de hevkariya Trump bê kirin û kar kiriye bo têkdana nav bangê Biden û dabeşkariya civakê di berjewendiya Trump de.