Şerê Îranê: Li Almanyayê metirsiya pêleke nû ya koçberan zêde dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Jens Spahn hişyarî da ku ji ber şerê Îranê dibe ku li Ewropayê krîzeke nû ya koçberan derkeve.
Spahn bang kir ku ji bo rê li ber krîzeke wiha were girtin, divê bi lezgînî bi welatên cîran ên wekî Tirkiyeyê re hevdîtin dest pê bikin.
Serokê Koma Parlamentoyê ya partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) Jens Spahn, diyar kir ku metirsiya krîzeke nû ya koçberan li Ewropayê heye.
Spahn di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala NTVyê ya Almanyayê de, krîza koçberan a beriya 10 salan a ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê derketibû bi bîr xist û got:
"Divê em rê nedin ku sala 2015an careke din ducare bibe."
Spahnê ku wekî yek ji navên herî bibandor ên partiya Serokwezîr Friedrich Merz (CDU) tê naskirin, destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo astengkirina pêleke nû ya koçberan ji niha ve bikeve tevgerê.
Wî xwest ku YE bi welatên cîranên Îranê re li hev bike.
Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re wekî mînak nîşan dan
Spahn got, "Me dît ku li Sûriyeyê bûyer çi qasî bi lez bi pêş ketin" û hevdîtinên bi Tirkiyeyê re wekî mînak nîşan dan.
Wî her wiha tekez kir ku divê amadekarî beriya ku mirov bikevin rê werin kirin, heke na dê paşê pir dereng be.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî hefteya borî çûbû Tirkiyeyê û bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re bipêşketinên dawî yên şerê Îranê gotûbêj kiribûn.
Wadephul di çarçoveya serdanê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re jî civiyabû.
Wî diyar kiribû ku rêgirtina li ber koçberiya ji Îranê, hem di berjewendiya Tirkiyeyê hem jî ya Almanyayê de ye.
Wadephul bal kişand ser mazûvaniya Tirkiyeyê ya ji bo penaberên Sûriyeyî û nêzîkatiya Enqereyê ya ji bo pêleke nû ya koçberan wekî "helwesteke rast û dûrbîn" bi nav kir.
Wadephul got, "Ewropa nikare li hemberî şerê li Rojhilata Navîn bêdeng bimîne.
Eger li wir hilweşîn, şerê navxwe û tevgerên koçberiyê çêbibin, dê bandorê li me hemûyan bike. Em niha jî hest bi bandorên aborî dikin."
Almanya dibe ku bibe armanca sereke
Li Almanyayê, partiya rastgir a radîkal "Alternatîf ji bo Almanyayê" (AfD) dengên xwe zêde dike.
Li welêt fikarên kûr hene ku şerê Îranê pêleke nû ya koçberan ber bi Ewropayê ve biherikîne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê, li Îranê zêdetirî 3 milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne.
Lê ev hejmar niha bi piranî di nav sînorên Îranê de ye û hîn koçberiyeke zêde ber bi Ewropayê ve dest pê nekiriye.
Lê Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê (EUAA) di rapora xwe ya dawî de hişyarî da paytextên Ewropayê ku dibe ji Îranê koçberiyeke "di asteke bêhempa de" dest pê bike.
Lêkolîneke Weqfa Rockwool Berlinê (RFBerlin) jî nîşan dide, eger koçberiya ji Îranê ya ber bi Ewropayê ve dest pê bike dibe ku Almanya bibe welatê sereke yê armancê.
Rapirsiya şirketa lêkolînan Gallupê ya sala 2024an jî van fikaran piştrast dike.
Di wê rapirsiyê de ji Îraniyan hatibû pirsîn, "Welatê ku hûn dixwazin herinê kîjan e?".
Di encaman de ji sedî 28ê beşdaran Almanya wekî bijardeya yekem nîşan dabû.
Li pey Almanyayê, bi rêjeya ji sedî 13an Kanada û bi rêjeya ji sedî 10an jî Tirkiye di rêzên din de cih girtibûn.