Trump ji Rûdawê re axivî: Welatên Rojhilata Navîn bi me re ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku welatên Rojhilata Navîn ji bo parastina Tengava Hurmizê û li dijî Îranê piştgiriyê didin Amerîkayê.

Donald Trump li Koşka Spî Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin pêşwazî kir.

Serokê Amerîkayê li Koşka spî bersiv da pirsên rojnamegeran û Nûnere Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî li Koşka Spî amade bû.

Serokê Amerîkayî li ser rewşa dawî ya Şerê Îranê axivî û got, “eger çekên atomî li ber destê Îranê bin, "wê demê piştî 24 saetan ji bidestxistina çekan dê wan bi kar bîne û belkî bigihe Ewropayê jî."

Pirsa Diyar Kurde û bersiva Donald Trump wisa ye:

Rûdaw: Hûn çi qasî nêzîkî ragihandina hevpeymaniyekê ne ji wan welatên ku amade ne ji bo parastina Tengava Hurmizê? Kîjan welat dê beşdar bibin û kîjan welat ew piştguh kirine?

Donald Trump: Baş e, piştgiriyeke me ya mezin ji aliyê Rojhilata Navîn ve hebûye. Qeter gelekî baş bûye. Îmarat bi rastî jî gelekî baş bûye. Erebistana Siûdî gelekî baş bûye. Behreyn gelekî baş bûye.

Welatên Rojhilata Navîn di piştgiriyên xwe de gelekî bihêz bûne û helbet, Îsraîl hevparê me yê baş e. Îsraîl gelekî bihêz e.

Eger tu li çend sal berê binerî, min behsa wê yekê kir ku Îran gefeke mezin bû ji bo ser vî welatî û ji bo ser vê cîhana me û derket holê ku ez rast bûm. Di rastiyê de, min got divê êrişî ser Girava Xarkê bikin. Berî salan dema ku wan serî hildabû, divabû êrişî wan bikira. Ji bo maweyê 37, 47, ez bawer dikim niha 48 sal in ew mijûlî tevliheviyê ne.

Ji bo maweyê 48 salan e ew lîstikvanekî xirab û hov in û nabe tu rê bidî wan ku bibin xwedî çekên atomî. Eger bibûna xwedî çekên atomî, min dê bigota tenê di maweyê 24 saetan de piştî bidestxistinê, wan dê bi kar bianiya. Eger me bi bombebaran û êrişeke mezin bi bombavêjên B2 berî nêzîkî heşt mehan ew ji nav nebiribana, hingê şerekî atomî li Rojhilata Navîn û belkî ji wê zêdetir jî diqewimî; bi baweriya min bandor li Ewropayê jî dikir, belkî bandor li Îrlandayê nekiriba lê li Ewropayê dikir. Ez bawer dikim dê bandoreke baş li wê jî dikir

Ew her tiştî li xwe digire. Ew qasî mezin e ku bandora wê li ser we jî dibû û wan dê di dawiyê de li Ewropayê bixista.

Li aliyê din, Diyar Kurde li ser êrişên li ser baregehên Amerîkayên yên li Îraq û Kurdistanê jî ji Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance pirsek pirsî.

Rûdaw: Hûn dê çawa bersiva zêdebûna êrişên milîsên Îraqî yên li ser balyozxane û baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Kurdistanê bidin?

J.D. Vance: Amerîka kontrola balyozxaneya xwe dike. Binêre, çend êriş li ser balyozxaneya me çêbûne.

Me hejmara kesên li balyozxaneyê ne kêm kir da ku em tenê karên sereke pêşkêş bikin lê di heman demê de em mirovên xwe jî biparêzin.

Di wê herêma cîhanê de gelek terorîst hene û dema em wan bibînin divê em wan tune bikin.