Li parlamentoya Danîmarkayê Newroz hat pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya hinek wezîr, parlamenter û siyasetmedarên Danîmarkayê û Kurdên li wî welatî, Cejna Newrozê di nav parlamentoya wî welatê Ewropayê de hat pîrozkirin.
Merasîm bi serpereştiya rojnameger Denîz Berxwedan hat organîzekirin.
Wî destpêkê bi zimanên Kurdî û Danîmarkî xêrhatina beşdaran kir.
Peyamên wezîran
Wezîrê Dadê yê Danîmarkayê Peter Hummelgaard jî beşdarî merasîmê bû.
Wezîrê Perwerdeyê Mattias Tesfaye û Wezîra Karûbarên Civakî û Nîştecihkirinê Sophie Hæstorp nekarî beşdar bibin.
Ew ji ber bangeşeya hilbijartinên parlamentoyê yên Danîmarkayê beşdar nebûn lê wan peyamên vîdeoyî şandin.
Her sê wezîr jî ji Partiya Sosyal Demokrat a Danîmarkayê ne.
Peter Hummelgaard di axaftina xwe de got:
"Di vê demê de mixabin gelê Kurd careke din rûbirûyî zilm û zordariyeke mezin dibe.
Min xwest ez bêm û sala we ya nû pîroz bikim. Ez hêvî dikim ku hûn îro rojeke xweş derbas bikin û bi awayekî baş pêşwaziya sala nû bikin."
Her wiha Wezîrê Perwerdeyê Mattias Tesfaye di peyama xwe ya vîdeoyî de got:
"Dema ku hûn Cejna Newrozê pîroz dikin, divê ez ji we re vê yekê bêjim, ez gelekî kêfxweş im bi wan hewldanên erênî yên ku hûn ji bo civaka Danîmarkayê didin.
Ez ji bo we hêviya demeke xweş li parlamentoyê dikim."
Silav ji bo Kurdên Îranê
Wezîra Karûbarên Civakî û Nîştecihkirinê ya Danîmarkayê Sophie Hæstorp jî di peyama xwe de got, "Wekî jinekê, wekî wezîreke Sosyal Demokrat, ji bo min gelekî girîng e ku ez silavên xwe yên taybet ji Kurdên Îranê re bişînim.
Ez silavan ji malbatên we, dayîk û xwişkên we re dişînim, çimkî ew niha di rewşeke gelekî zehmet de ne.
Bila sala nû ya Kurdî ji bo wan bibe saleke baştir. Newroza we pîroz be."
Di merasîmê de hinek parlamenterên Danîmarkayê amade bûn.
Parlamenterên wekî Yildiz Akdogan, Pelle Dragsted, Martin Lidegaard, Pia Olsen Dyhr, Halime Oguz, Karina Lorentzen Dehnhardt, Stinus Lindgreen, Charlotte Broman, Fie Hækkerup, Marlene Ambo-Rasmussen û Monika Rubin beşdarî merasîmê bûn.
Her wiha Endamê Parlamentoya Ewropayê Per Clausen û Wezîrê Karên Derve yê Berê yê Danîmarkayê Villy Søvndal jî beşdar bûn.
Çalakiyên çandî û hunerî
Di beşeke din a merasîmê de aheng û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.
Çalakvanê Kurd Hejar Deştî çîroka Kawayê Hesinker bi zimanê Danîmarkî vegot.
Banaz Cezayê ku keça hunermendê koçkirî Heme Ceza ye, çend helbest li ser Newrozê û mafên jinan xwendin.
Hunermend Mizgîn Ozdemîr jî bi çend stranan beşdar bû.
Her wiha keçeke 10 salî ya ji Kobaniyê jî bi çend stranan beşdarî çalakiyan bû.
Çalakî bi govend û stranên Kurdî bi dawî bû.