Bilindkirina rêjeya ûranyûmê Israîl û welatên Rojava dilgiran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrîşa Yekşema borî ser vê binkeyê ku Îran Israîlê tometbardike, Îranê santrîfûjên zêde li nav binkeyê danî û dest bi bi rêjeya %60 berhemanîna ûranyûma meyandî kir.

Bi zêdekirina çend amûrên din ji vî cure yî, Îran dikare di demeke kin de rêjeya meyandina ûranyûmê bighîne % 90, ev rêje  bombeya etomî dikare pê bê çêkirin.

Aliyên ku beşdarî rêkeftina etomî ya li gel Îranê bûbûn bi vê pêngavê dilgiranin, ji ber ku li gor wê rêkeftinê mafê Îranê nîne meyandina ûranyûmê ji rêjeya %3.67 bilindtir bike.

Di demekê de ye ew welat hewl didin Washington û Tehranê bi rêya danûstiandinên Viyanayê vegerînin daku ew rêkeftin bi temamî were cîbicîkirin.

Rêxistineke Amerîkî ji bo kontrolkirina çekan dibêje, Îran hewl dide proseya zêdekirina meydandina ûranyûmê bike karta guşarê û di danûstandinan de bikar bîne.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Kontrolkirina Çekan Daryl G. Kimball dibêje "Biryara Îranê ji bo bilindkirina rêjeya meyandina ûranyûmê ji bo %60 cihê dilgiraniyê ye. Ez guman dikim ev nîşaneke ji bo Îsraîl û hêzên cîhanî ye ku bi êrîşên ser binkeyên etomî Îran nayê kontrolkirin. Îran hewl dide di danûstandinên Viyanayê de hêza xwe zêde bike".

Herdem Îran behsa wê yekê dike ku bernemeya wê ya etomî ji bo armancên aştiyane ye, lê Israîl dibêje mebesta Tehranê çêkirina çekên etomî ye û Telavîv qet rê nade Tehranê bibe xwediyê ev cûrê çekan.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi, "‌Her tiştê ji dest me were, em ê bikin da ku rê li serkeftina wan tundrewan bigrin û bê guman em ê rê li vê rêjîmê bigrin ku çekên etomî nekevin destên wê."‌‌

Berî niha jî gelek caran Îsraîlê êrîşên esmanî ser dam û dezgehên etomî yên Îranê kiribû.

Di 27ê Mijdara borî de li Tehranê zanayê mezin ê etomî yê Îranê Muhsên Fexrî Zade hat kuştin.

Herwiha di navbera salên 2010 û 2012an de çar zanayên mezin ên Îranî li wî welatî hatin kuştin û di 2010an de sentrîfiyojên binkeyên Netenz rastî êrîşên elektronî hatin di encamê de ji kar ketibûn û bernameya etomî ya wî welatî çend salan li paş ket. Tehran Israîlê bi piraniya wan êrîşan tometbar dike.