Pakistan: Dibe ku agirbesta Îran û Amerîkayê were dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Iftixar Ehmed dibêje, hikûmeta welatê wî di asteke gelekî bilind de wekî hêsankar di navbera Tehran û Washingtonê de dixebite; amaje pê dike ku egera dirêjkirina wê agirbestê heye ku heta 21ê Nîsanê biryar li ser hatiye dayîn.

Rola Pakistanê ya di vekirina Tengava Humizê de

Nûnerê Pakistanê Asim Iftixar Ehmed di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Namo Ebdulah de derbarê rola welatê xwe ya di daxuyaniya Îranê ya ji bo vekirina Tengava Humizê de got, "Pakistanê helwesta xwe bi awayekî pir eşkere ragihandiye. Em di asteke gelekî bilind de bi hemû aliyan re, Îran û Amerîka jî di nav de, di pêwendiyê de ne. Roja borî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de jî me tekez kir ku rola me tenê hêsankariya ji bo pevguhertina peyaman a di navbera her du aliyan de ye."

Amadekarî ji bo gera duyem a dan û standinan

Asim Iftixar Ehmed derbarê hewlên ji bo gihîştina rêkeftina dawî amaje pê kir ku gera ewil a dan û standinan li Îslamabadê hat kirin û niha ji bo berdewamiya pêvajoyê xebat tên kirin.

Dîplomatê Pakistanî got: "Hemû dan û standin didomin da ku were zanîn ka pêvajoya diyalogê dê çawa bi pêş ve biçe. Dibe ku pêwîst bike ew agirbesta ku heta 21ê vê mehê hatiye diyarkirin were dirêjkirin, loma niha ev hemû tên gotûbêjkirin."

Asoya aştiyê û geşbîniya Pakistanê

Asim Iftixar Ehmed dema ku li ser asoya gihîştina aştiya di navbera Tehran û Washingtonê de pirs jê hat kirin geşbîniya xwe nîşan da û ji Rûdawê re got, "Divê em geşbîn bin, ez di wê baweriyê de me ku nîşane heta niha baş in."

Nûnerê Pakistanê nexwest berî wextê li ser naveroka wan mijaran biryarê bide ku di navbera aliyan de tên nîqaşkirin lê ducare kir ku welatê wî dê ji bo nêzîkkirina nêrînên aliyan di gihandina peyaman de berdewam be.

Pirsên Namo Ebdulah û bersivên Asim Iftixar Ehmed wisa ne:

Rûdaw: Nêrîna te li ser daxuyaniya Îranê ya ku dibêje Tengava Humizê vekirî ye çi ye? Gelo we wekî Pakistan di vê de ti rolek hebû?

Asim Iftixar Ehmed: Min û Pakistanê doh di Civata Giştî de jî helwesta xwe bi awayekî pir eşkere ragihand. Em di asteke gelekî bilind de bi hemû aliyan re di pêwendiyê de ne, Îran û Amerîka jî di nav de. Her wiha pevguhertina peyaman heye û rola me tenê hêsankarî ye. We encam jî dîtin. Gera ewil hat kirin, loma ji bo berdewamiya van dan û standinan hewl tên dayîn.

Rûdaw: Ti planek ji bo gera duyem heye?

Asim Iftixar Ehmed: Hemû dan û standin didomin. Hewl tê dayîn were zanîn ka ev pêvajoya dan û standinan dê çawa berdewam bike û dibe ku pêwîst bike ew agirbesta ku heta 21ê mehê heye were dirêjkirin, loma ev hemû tên gotûbêjkirin. Naxwazim berî wextê li ser tiştekî biryarê bidim ku di navbera aliyan de tê nîqaşkirin lê em bi rêya pevguhertina peyaman hêsankariyê ji bo van dan û standinan dikin.

Rûdaw: Pakistan çi qas geşbîn e bi asoya aştiya di navbera Îran û Amerîkayê de?

Asim Iftixar Ehmed: Divê em geşbîn bin. Ez di wê baweriyê de me ku nîşane baş in.