Şerê Rûsya û Ukraynayê: 'Eger Amerîka vekişê dê bar bikeve stûyê Ewropayê'

Moskow (Rûdaw) - Bogdan Bespalko li ser vekişîna Amerîkayê ya ji navberynkariyê got, "Eger Amerîka xwe ji pevçûnê vekişîne, ew dê piştgiriyê nede Ukraynayê û hemû bargiraniya piştgiriyê dê bavêje ser stûyê dewletên Ewropayê."

Ji roja pênşcşemê, an ku ji 15 Gulanê ku şandeyên dan û standinê yên Rûsya û Ukraynayê gihîştine Stenbolê, li Moskowê jî civata pispor û akademîsyen bi germî şêwaz û encamên gengaz ên dan û stanên di navbera Rûsya û Ukraynayê de gengeşî dikin.

"Peydakirina hêlên lihevkirinê dê gelekî dijwar bimeşe"

Serokê Enstîtuya Rûsên li Derveyî Welêt Sergey Panteleyev li ser dan û standinan wiha axivî:

"Peydakirina hêlên lihevkirinê dê gelek dijwar bimeşe. Ji ber ku roja îro her du alî ji têgihîştina pêgehên hevdû, gelek ji hev dûr in.

Elbet, di vir de, gelek tişt pê ve girêdayî ye ku gelo du lîderên cîhanî, an ku Putin û Trump çareseriya vê pevçûnê çawa dibînin."

Roja înê beriya destpêkirina gotûbêjên şandeyên Rûsya û Ukraynayê li ofîsa Serokkomarê Tirkiyeyê ya li Dolmabahçeyê, şandeya Ukraynayê li gel aliyên Tirkiye û Amerîkayê civiya.

Her çend, ta piştî nîvroya roja pêncşemê îhtîmala hevdîtina serokên Rûsya û Amerîkayê Vladimir Putin û Donald Trump jî di rojevê de bû.

"Eger Amerîka vekişe dê bar bike stûyê dewletên Ewropayê"

Endamê Civata li gel Serokê Rûsyayê ya li ser Pêywendiyên Navneteweyî Bogdan Bespalko li ser vekişîna Amerîkayê ya ji navbeykariyê wiha got:

"Dibe ku Trump xwe vekişîne. Ji bo Rûsyayê vekişîna Trupm ji vê pevçûnê, tê wateya bidawîhatina piştgiriya serbazî bo Ukraynayê; şandina çek û cebilxane, teknîkên serbazî û alîkariya darayî û aborî.

Wate, eger Amerîka xwe ji pevçûnê vekişîne, ew dê piştgiriyê nede Ukraynayê û hemû bargiraniya piştgiriyê dê bavêje ser stûyê dewletên Ewropayê.

Rast e, Ewropî dikarin demekê pitgiriya Ukraynayê bikin lê ji bo me, vekişîna Amerîkayê tê wateya kêmbûna piştgiriyê."

Hat ragihandin ku xula yekem ya dan û stanên şandeyên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê kêmî du demjimêran kişandiye.

Ber êvarê serokê şandeya Rûsyayê Vladimir Medînskî li ser encamên gotûbêjan ragihand ku her du aliyan li ser xalên: pevghertina dîlan di demeke nêz de bi hejmara hezar bi hezar; amadekirina hevdîtina serokên her du dewletan; û pêkêşkirina mekanîzm û hûriyên agirbesteke gengaz, li hev kirine.

Lê li ser dîrok û ciyê raunda din a gotûbêjan ti agahî ne hat dayîn.