Koşka Spî: Trump çareseriya dîplomatîk ji şer baştir dibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Anna Kellyê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn jî çareseriya dîplomatîk ji destpêkirina şerê li Îranê baştir dibîne.

Tevî ku Donald Trump ji hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şerê li Îranê bêzar bûye jî berpirsên îdareya wî li bendê bûn ku serdana wî ya Çînê bibe sedema bipêşketineke mezin lê belê, roja înê Trump bêyî ti encaman vegeriya Amerîkayê.

Trump di dema vegera xwe de ji rojnamegeran re gotibû ku Serokê Çînê Xi Jinping dixwaze Tengava Hurmizê were vekirin û hevnêrîn e ku nabe Îran bibe xwedî çekên nukleerî lê ev yek heman helwesta berê ya Çînê bû.

Niha divê Trump biryarê bide ka destpêkirina ducare ya êrişan bijardeya herî baş e ji bo bidawîanîna wî şerê ku 6 hefte li pey xwe hiştine.

Vî şerî benzîn li Amerîkayê biha kiriye û asta piştgiriyê ya Donald Trump daxistiye.

Li gorî raporeke CNNê, di nav îdareya Amerîkayê de nakokî hene.

Berpirsên Pentagonê daxwaza êrişên tundtir dikin lê hinekên din daxwaz dikin ku dan û standin bidomin.

Tevî hewldanên dîplomatîk, Îran ne amade ye di paqijkirina uranyumê de tawîzan bide.

Trump jî pêşniyara dawî ya Îranê red kir û got, "Min lê nihêrî, eger rêza yekem bi dilê min nebe, ez dê bavêjim."

Zexta aborî û hilbijartin

Girtina Tengava Hurmizê Trump bêzar kiriye.

Petrol û gaz biha bûne, enflasyon zêde bûye û şirketên Wall Streetê zext li Koşka Spî kirine ku bi lez şer rawestînin.

Ev yek di demekê de ye ku hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya Amerîkayê nêzîk dibin.

Bihayê yek galon benzîn li Amerîkayê ji 4,50 dolarî derbas bûye.

Şêwirmendekî Trump dibêje, "Dema ez li kolanê dimeşim û dibînim benzîn bûye 5 dolar, ez gelekî ditirsim."

Wî her wiha anî zimên, "Ew hewl didin rêyekê bibînin lê ev zêde najo. Bi her awayî be, divê Tengava Hurmizê vekin."

Lê belê, Trump ragihandiye ku ew li rewşa darayî ya Amerîkiyan nafikire.

Wî destnîşan kir ku ew tenê li wê yekê difikire ku "em rê nedin Îran bibe xwedî çekên nukleerî, tenê ev motîvasyona min e."