Trump hişyariyeke tund da Îranê: Dem gelekî giring e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Îranê û got, "Eger na dê tiştek ji wan nemîne."

Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kir.

Trump di peyama xwe de bal kişand ser Îranê û xwest ku Îran bi lez tevbigere.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya li ser Truth Socialê de wiha got:

"Ji bo Îranê dem diçe û baştir e ku ew tevbigerin, BI LEZ, eger na dê tiştek ji wan nemîne. DEM GELEKÎ GIRÎNG E!"