Rûsyayê êrişên xwe dijwar kirin, bi dehan kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku artêşa Rûsyayê di nava hefteya dawî de bi giranî êrişî welatê wan kiriye.

Zelenskyy da zanîn ku di encama wan êrişên asmanî de 52 kes mirine û 346 kes jî birîndar bûne.

Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrişên asmanî yên Rûsyayê nirxandin.

Zelenskyy diyar kir ku Rûsyayê di vê demê de 74 mûşek, zêdetirî hezar û 300 bombe û zêdetirî 3 hezar û 170 dron avêtine welatê wan.

Wî destnîşan kir ku di êrişan de sivîl û binesaziyên krîtîk bûne hedef.

Volodymyr Zelenskyy eşkere kir ku di wan êrişan de 52 kes mirine.

Her wiha wî da zanîn ku bi giştî 346 kes birîndar bûne ku 22 ji wan zarok in.

“Êrişên me gihiştin Moskowê”

Serokê Ukraynayê Zelenskyy li ser heman hesabê xwe daxuyaniyeke din jî parve kir û ragihand ku wan îşev ji asman ve êrişî Rûsyayê kiriye.

Zelenskyy da zanîn ku wan herêma Moskowê kiriye armanc û destnîşan kir ku wan bi vî awayî bersiv daye êrişên Rûsyayê û li pey çû:

“Êrişên Ukraynayê yên menzîldirêj vê carê gihiştin herêma Moskowê.

Em bi eşkereyî ji Rûsan re vê dibêjin: Divê dewleta wan dawî li şer bîne.”

Zelenskyy bal kişand ser wê yekê ku Moskowa paytexta Rûsyayê û herêma wê ji aliyê pergalên parastina asmanî ve bi xurtî tên parastin û got, “Lê em bi ser dikevin.”

Volodymyr Zelenskyy vîdeoyek jî belav kir ku tê gotin ew dîmenên êrişa li ser herêma Moskowê ne.