Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya şandina nameyekê, Encumena Senato ya wî welatî razî kir ku pêşniyarqanûna şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge bi awayekî raseterast red bike.
Hat ragihandin, ku Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê, Ashton Carter nameyek ji Komîteya Xizmetguzariyê ya Senato re şandiye û tê de bi 8 xalan ji wan re zelal kiriye, ku pêwîst e ew pêşniyarqanûn a biçekirina Pêşmerge û komên din ên li Iraqê bi awayekî rasterast û bê veger bo Bexdayê, red bikin.
Ashton Carter herwiha di vê nameya xwe de ragihandiye ku, Hêza Pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê ti kêmasî nîne û alîkariya wê tê kirin.
Carter di destpêka nameya xwe ya bo komîteya xizmetguzariyên Senatoyê de, ku kopiyek wê ketiye ber destê Rûdawê, behsa wê yekê dike, ku ew pêşniyarqanûn him metrisî ye bo ser yekparçeyiya axa Iraqê û him jî dibe xeter bo ser berjewendiyên Amerîkayê, ji ber wê jî daxwaza ji wan dike ku ji ber wan sideman, wê proje yasayê red bikin:
1- Rasteast biçekirina kurd û komên din, berovajî siyaseta derve ya Amerîkayê ye ku li ser bingehê paratsina Iraqeke ewleh û yekgirtî ye.
2- Zimanê pêşniyarqanûnê dibe metrisî li ser wan hemû alîkariyên leşkerî ku niha di navbea Hikûmeta Amerîka û hikûmeta navendî ya Iraqê de, ji bo rûbirûbûna DAIŞê, hene.
3- Ew pêşniyarqanûn dibe piştevanî ji bo wan gotinên ku dibêjin, Amerîka ligel perçekirina Iraqê de ye.
4- Derketina vê pêşniyarqanûnê, Amerîka dixe dijî pêkhateyeke Iraqê. Ew jî dibe sedema zêdetir nêzîkbûna hikûmeta navendî ya Iraqê ji Îranê ve.
5- Ev yasa jiyana amerîkiyan dixe metirsiyê, çimkî hinek mîlîsên şîeyan mîna komên Esaîb Ehlî Heq, Bedir û Sedir gefan dixwin ku eger ew pêşniyarqanûn bê pesendkirin ewê êrişî Amerîkayê bikin.
6- Em derçûna wê pêşniyarqanûn bi pêwîst nabînin, çimkî niha ji aliyê Amerîka, Bexda û welatên hevpeymaniyê ve alîkariyên serbazî digihîjin hêzên kurdî. Herwiha hêzên wan tên perwerdekirin, ew jî jibilî wê hindê ku di şerê li dijî DAIŞê de rojane bi êrişên asmanî jî piştgîrî li wan tê kirin.
7- Ji bo ku alîkariyên serbazî zû bigihên kurdan, me li Wezareta Parastinê yekîneyek ava kiriye ku heya niha 5 milyon kelûpelên bergirî û ji wan fîşek, çekên biçûk, otomobîlên serbazî … gihandiye dest hêzên kurdî. Jibilî wê yekê, hevpeymaniya navdewletî jî çekê Mîlan pêşkêşî Pêşmerge kirine.
8- Niha Bexda dereng çekan ji Kurdistanê re naşîne û eger her cure çekek bê şandin, ji Bexdayê ve bi 24 saetan digihîje dest hêzên kurdî.
Duh sêşemî 16ê Hezîranê, Senatoya Amerîkayê ew proje yasa re dkir, ku rê dida îdareya Koşka Spî ku bi awayekê rasterast û bêyî biryara Bexdayê, çek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.
Di civîna duh a Senatoyê de û piştî ku gotûbêj li ser wê proje yasayê hat kirin, ew pêşniyarqanûn kete dengdanê û di dengdanê de 45 senatoran li dijî wê projeyê deng dan û li hember de 54 senatoran ew pêşniyarqanûn erê kirin.
Tevî ku piraniya senatoran piştgîrî dan wê pêşniyarqanûnê, lê li gor yasayên taybet bi siyaseta bergirî ya Amerîkayê, wê projeyê pêwîstî bi dengê 60 senatoran hebû da ku bê pesendkirin, lê tenê dengê 54 kesan bi dest anî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse