4 senatorên Amerîkî nerazîbûn nîşanî gefên operasyona Tirkiyê dan

Hewlêr (Rûdaw) – 4 senatorên Amerîkî, ji herdu partiyên Demokrat û Komarxwaz, di derbarê gefên Tirkiyê de ya pêkanîna operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hat ragihandin ku 4 senatorên Amerîkî daxwazê ji Tirkiyê û hêzên girêdayî wê dikin ku ti operasyon û êrîşeke serbazî nekin.

4 senatorên Amerîkî, Gregory Meeks, Micheal McCaul, Bob Menendez û Jim Risch di daxuyaniyeke hevbeş de gotin, "Em pir nîgeran in derbarê berdewamiya gefên Tirkiyê bi êrîşeke nû ya serbazî li bakurê Sûriyê."

4 senatorên Amerîkî amaje bi operasyonên berê yên Tirkiyê jî kirin û anîn ziman, "Êrîşên asmanî yên berê yên Tirkiyê astengî li pêş operasyonên hêzên Amerîkî û hevbeşên wan li dijî DAIŞê derxistibûn û krîza mirovî ya tund, kûrtir kiribûn."

Her wiha bang li Tirkiyê kirin û gotin, "Dê heman encamên karesatbar ji her êrîşeke nû ya Tirkiyê hebin. Em bi xurtî ji Tirkiyê û hêzên girêdayî wê dixwazin ku ti êrîşeke serbazî nekin."

Endamê Encûmena Serokatiya MSDê û Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şukrî Şêxanî ji Rûdawê re axivî û daxwaz kir ku welatên cîhanê li hemberî Tirkiyê bêdeng nemînin.

Endamê Encûmena Serokatiya MSDê û Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şukrî Şêxanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, “Daxuyaniya dawî ya Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi rastî mask ji ser temahiyên ferwanxwaz ên Tirkiyê rakir û destpêk jî dê ji Til Rifet û Minbic be. Ev daxuyaniya metirsîdar li pê welatên cîhanê yên bêdeng nîşaneke metirsîdar e li ser rewşa herêmê di qonaxa bê de.”

Her wiha di derbarê gefên Tirkiyê de, Nûnerê Taybet ê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev di civîna Astanayê de diyar kiribû ku planên serokê Tirkiyê ji bo operasyonekê li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî wekî gaveke ne aqilane ye û daxwaz ji Tirkiyê kir gaveke wiha neavêje.