Biryareke bilez: Almanya welatiyên xwe ji Îsraîlê derdixe

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Îsraîl Welatî Derxistin Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, ji ber zêdebûna gefên ewlehiyê, biryar da ku welatiyên Alman ên li Îsraîlê tehliye bike.

Li gorî daxuyaniya berdevkê wezaretê ji Rûdawê re, pêvajoya tehliyekirinê dê 18ê Hezîranê, dest pê bike.

Di qonaxa yekem a pêvajoya tehliyekirinê de, welatî dê bi rêya bejahiyê veguhêzên Emana paytexta Urdinê.

Piştre, ew dê bi balafireke taybet a 180 kesî ji bo Almanyayê bên birin.

Hat ragihandin ku ji bo roja Pêncşemê jî geşteke din a tehliyekirinê hatiye plankirin.

Ev tehliyekirin, ji bo wan welatiyên ku di sîstema lîsteya amadekariya ji bo rewşên krîzê yên awarte ya Almanyayê ya bi navê “ELEFAND” de tomarkirî ne, tên organîzekirin.

Wezaretê daxwaz kir ku biryarên derbarê tehliyekirinê de li gorî rewşa ewlehiya kesane bên dayîn û şîretên ewlehiyê yên fermî bi baldarî bên şopandin.

Di heman demê de, Almanyayê ji bo kêmkirina aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de hewldanên xwe yên dîplomatîk jî zêde kirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, piştî serdanên xwe yên Erebistana Siûdî, Qeter û Umanê, bi wezîrên karên derve yên Îraq û Îmaratê re pêwendiyên telefonî pêk anîne.

Her wiha hat zanîn ku nûnerê taybet ê Almanyayê yê ji bo Rojhilata Navîn, bi balyozê Îranê yê li Berlînê re jî hevdîtinên rasterast pêk anîne.

Hikûmeta Almanyayê bal kişand ser nearamiya rewşa ewlehiyê ya li herêmê û tekezî li ser wê yekê kir ku divê welatiyên wê di çarçoveya berpirsiyariya kesane de biryarên tehliyekirinê binirxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst